Diyarname
Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê ji bo Roja Çîrokê ya Cîhanê bernameyeke bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar dixe.
Li dinyayê 14'ê vê mehê wekî Roja Evîndaran tê li dar xistin. Lê di heman demê de ev roj Roja Çîrokê ya Cîhanê ye. Çîroknivîskar û hin tevgerên bi çîrokê re eleqedar di vê rojê de çalakiyan li dar dixin. Komeleya Nivîsarên Kurd jî yek ji wan e. Komeleya Nivîskarê di vê çarçoveyê de roja 17'ê mehê li Amedê paneleke li ser çîrokê li dar dixe. Panela ku dê Dilawer Zeraq moderatoriya wê bike de çîroknivîskar Mehmed Dîle û Receb Dildar dê wekî axifger cih bigirin û li ser çîrokê biaxivin.
Çalakiya Komeleya Nivîskaran roja 17'ê mehê dê saet 13.30 de li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwînê li dar bikeve.
****
REKLAM
Hejmara duyem a kovara DÎWAR derket
Ji bo xwestin, abonetî û pirsên we yên din, têkilî:
Ji bo xwendina nûçeya li ser DÎWAR bergê bitikînin.