Diyaranme
Rojek wekî îro, di sala 2015'an de Serokê Baroya Amerê yê wê demê Tahir Elçi li ber Minareya Çar Ling a Amedê hat kuştin. Îro ew li wir hat bibîranîn. Şaredariya Amedê jî biryar da navê wî li wê kuçeyê bike.
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç û gelek parêzerên li Amedê hatin ba hev û Tahir Elçî bibîr anîn. Guleç got, "Em carek din serokê xwe yê nemir bi rêzdarî û minet bibîr tînin."
Dûre jina Tahîr Elçî Turkan Elçî û Serokê TBB’ê Erînç Sağkan axivîn û Tahîr Elçî bibîr anîn.
Parêzeran qurnefîl danîn ser Minareya Çar Ling û ew bibîr anîn.
Li aliyê din Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî biryar girt ku navê Elçî li wê kuçeyê ku Elçî lê hatibû kuştin bikin. Sibê bi mirasime dê tabelayê li kuçeyê bixin.


