Diyarname
Nivîskar Åžêrzad Hesen ku pirtûkên wî "M" û "Xewna Pîrepindan" bi kurmancî hatibûn weÅŸandin vê carê "Jineke Xinanî" ya wî derket.
Ji Åžêrzad Hesen, klameke dûdirêj a hezar û ÅŸevekê li ser bedewiya jinê...
Romana Åžêrzad Hesen “Jineke Xinanî” ji soranî bo kurmancî ji aliyê Besam Mistefa ve hate wergerandin û di nav weÅŸanên Avesta de derket. Berî vê îsal Avestayê pirtûkên Hesen “M” û “Xewna Pîrepindan” jî weÅŸandibû.
Ji kitêbê
...Jixwe ji hemûyan nexweÅŸtir li cem min çîroka xeniqî û negotî ya wan jinên xinanî bû ku qesabê kalemêr rojekê ji rojan jivan bi wan re danîbû, ew jinên tenê, bêdost û ÅŸermîn ku heya dimirin nikarin raz û niyaza dilê xwe li cem tu kesî eÅŸkere bikin, ewên ku bi dizî li vê jiyanê dijîn; keç û jinên bi destê çîrokên heram û mirinê ve girêdayî yên ku çîrokên xwe yên bêmiraz bi xwe re dibin gorê ji ber ku qet û qet kesek tune weke vî qesabê pîr û kal bi ciwanmêrî û comerdî qala ciwanî û ÅŸeydabûna wan bike. Belê ev jinên ku tenê mirin wiha dike eba, çarik, laçik û nîqabên xwe bavêjin da ku kefen li xwe bikin. Ev jin kî bûn? Malên wan li kû derê bûn? Navên wan çi bû? Li kîjan goristanê bi wan hemû nehêniyan hatin veÅŸartin?...
...Hinek jin hene bi xwe xinanî ne û bi xinxineke xweÅŸ û ÅŸêrîn dipeyivin. Jina xinanî min dikuÅŸt, zirgîna di dengê wan de min dîn dike. Dengekî ku xwediya wê hem perîÅŸan û xembar e, hem tije hewes û hêvî ye. Keko zirgîna çi, kolekola ava ÅŸerbetê çi û awaza bilûra bilûrvanekî evîndar nagihiyê. Herdem vedenga wan dengan, dengên qalind û dagirtî yên jinên xinanî di guhê min de heya vêga jî dike zinge zing. Dengê tu teyr û firindeyekî ezmanan bi qasî dengê jineke xinanî li cem min ne xweÅŸ e.
Jineke Xinanî / Åžêrzad Hesen / Ji soranî bo kurmancî: Besam Mistefa / Roman