Diyarname
10’emîn Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt ku ji aliyê Egîtîm-Sena Batmanê ve tê organîzikerin hat dest pê kirin. Yên bixwazin heta 15'ê rezbera 2020'an divê berhemên xwe bişînin.
Şerzan Kurt dema li Zanîngeha Muglayê xwendekar bû roja 11'yê gulana 2010'an di êrîşeke nijadperest de bi guleyê polîsekî hat kuştin. Ji wê salê ve Egîtîm-Sena Batmanê her sal ji bo bîranîna wî Pêşbaziya Çîrokan a Şerzan Kurt tê li dar xistin.
Pêşbazî bi zimanên kurdî û tirkî ye. Îsal di beşa lijneya kurdî de Umran Aran, Gulgeş Deryaspî, Çorê Arda, Yildiz Çakar, Mem Zînistanî û Omer Kurt, di lijneya beşa tirkî de jî Ayşegul Tozeren, Gamze Guler, Îrem Uzunhasanoglu, Menekşe Toprak, Şengul Can û Nejla Kurt cih digirin.
Yên bixwazin divê heta 15'ê rezbera 2020'an berhemên xwe ligel kurtejiyan, navnîşan û wêneyekî xwe bişînin ser maila serzankurt2011@gmail.com.
Çîrokên ku bêne şandin divê berê li cihek din nehatibin weşandin. Serketiyên pêşbaziyê roja 9'ê sermaweze/mijadarê bi merasimek dê bêne xelatkirin.