Diyarname
Ji bo karakterê xêzefîlm bimire fetwa tê dayîn? Bersiv erê ye. Li Erebistana Siûdî oldar Şêx Mihemed Munajid îdîa kir ku "Mickey Mouse leşkerê şeytên e" û xwest ew bimire.
Bi ev helwesta li hemberî lehengê Walt Disney Mickey Mouse cîhana Rojava şaşwaz bû.
Şêx Mihemed Munajid got ku "mişk leşkerên şeytên in, ji ber vê yekê divê Mickey Mouse bimire". Munajid gotiye ku Tom û Jerry jî heman tişt in û wisa gotiye: "Mişk yek ji leşkerên şeytên in. Ew ji aliyê wî ve têne bi rê ve birin. Ger biçek aliyê mişkê li xwarina nav beroşê bikeve, ew xwarin tê rijandin. Di xurekên avî de jî rewş heman awayî ye."
Şêx Mihemed Munajid bal kişandiye ser Lîstikên Olîmpiyatê jî gotiye ku guneh e jin kincên kin li xwe bikin.