Diyarname
Rojnameya Neue Zurcher Zeitungê (NZZ) lîsteya "Pirtûkên Herî Serketî yên Sedsala 21'ê" amade kir. Rojnameyê roja 23'yê vê mehê ev lîsteya xwe belav kir. Rojnameyê pirtûka Bextiyar Elî "Hinara Dawî ya Dinyayê" jî xist nava lîsteyê. Pirtûk di rêza 80'yan de hat bi cih kirin.
Neue Zurcher Zeitung di sala 1780'ê de derketiye û ji wê rojê de derdikeve. Rojnameya ku li Swîsreyê rojane derdikeve bi almanî weşanê dike û yek ji rojnameyên mezin a Swîsreyê ye.
NAVÊN NOBEL GIRTINE TÊDE HENE
Di nav lîsteya hatiye amadekirin de pirtûkên nivîskarên ku Xelata Nobelê girtine ên wekî Swetlana Alexijewitsch, Annie Ernaux, Herta Muller, Olga Tokarczuk, Swetlana Alexsiyevic hene. Rojnameyê romana romanivîskar Bextiyar Elî jî xistiye nava lîsteyê ku ev yek ji bo wêjeya kurdî gelek girîng e.
'KARAKTERÊN BEXTIYAR ELÎ NE JI VÊ DINYAYÊ NE'
Rojnameyê bi sernavê "Bextyar Elî cîhaneke helbestî bi qanûnên xwe diafirîne" nivîsek belav kiriye. Nivîs wisa dest pê dike; "Pêşî wekî çîrokeke periyan dixuye. Zilamek destûrê digire ku ji girtîgeha xwe ya li çolê debiterikîne û wî dibin qesrekê. Li wir rastî hevalê xwe yê kevn tê, ew jî Pêşmergeyekî ye, lê ew qedera kurê wî Saryasî jê vedişêre. Bav dixwaze Saryasî bibîne - û têdigihîje ku sê kur hene, sê kesên hevtemen bi heman navî, lê bi qederên cuda. Di beşeke din a çîrokê de, kurek bi dilekî şûşeyî evîndar dibe. Ew bi rastî dişkê, ji ber ku evîndara wî sond xwariye ku ew ê nezewice."
Rojnameyê gotiye, "Karakterên romana Bextyar Elî xuya ye ne ji vê dinyayê ne, lê di çîrokên wan ên tevlihev de yên bi sembolên sêhirî, rastiya tal a zordestiya li ser kurdên Iraqê ji aliyê Sedam Husên ve, têkoşîna wan a azadiyê û şerê navxweyî yê piştî otonomiyê tê dîtin. Li ser zemîna tarî ya siyaseta Rojhilata Navîn, Elî şaheserekî bandorker diafirîne, cîhaneke helbestî bi qanûnên xwe."
'ASTA WÎ ASTA CÎHANÎ YE'
NZZ'ê gotiye, "Bextiyar Elî nivîskarê herî navdar ê zimanê kurdî ye" û ev yek lê zêde kiriye; "Di salên 1990'î de ji ber zexta siyasî reviya Almanyayê. Li Kurdistanê berhemên Elî bi sed hezaran tên xwendin, lê di sirgûna xwe de wî bi salan bi nehênî dinivîsand, heta ku Weşanxaneya Unionsê dest bi weşandina berhemên wî kir. Ev wêjeyeke bi asta cîhanî ye ku hem ji Gabriel Garcia Marquez îlham girtiye û hem jî ji destanên kurdî yên devkî û çîrokên ku diya Bextiyar Elî digot."
ELÎ: EV JI BO ME SERBILINDÎ YE
Nivîskar Bextiyar Elî jî li ser hesabê xwe peyamek belav kir û got ku ji dinyayê ji nav bi sed hezaran pirtûk û bi deh hezaran nivîskar ketina nava vê lîsteyê ji bo me serbilidî ye. Elî wisa gotiye, "Ketina hinarê me li nav vê ji bo dîroka wêjeya me serbilindiyeke dîrokî ye ku nikare bê tarîfkirin."
Bextiyar Elî pesnê rojnameyê jî daye ku ev ne tenê rojnameya herî kevn a Swîsreyê ye, di heman demê de yek ji rojnameyên herî mezin a edebî ya Ewropayê ye.

LI BAKUR PIRTÛKÊN BEXTIYAR ELÎ
Bextiyar Elî di sala 1961'ê de li Silêmanî hatiye dinê. Nivîskar, helbestvan û romanivîskar e. Pirtûka wî ya pêşî di sala 1997'an de bi navê "Mirina Tekaneyê Duyem" derketiye. Pirtûkên wî ji aliyê gelek kesî ve ji soranî bo kurmancî hatine amadekirin û ew ji Weşanên Avestayê derketine. Heta niha Avestayê ev pirtûkên wî çap kirine: "Deryas û Laş", "Bajarê Mosîqarên Spî", "Hinara Dawî ya Dinyayê", "Apê Min Cemşîd Xan Ku Hertim Bê Ew Li Ber Xwe Dibir", "Qesra Balindeyên Xemgîn", "Êvara Perwaneyê".
Heta niha pirtûkên wî ji bo erebî, almanî, rusî, tirkî, farisî, spanyolî, îngilîzî û yewnanî hatine wergerandin.

Di rêza 80'yan a lîsteyê de "Hinara Dawî ya Dinyayê" cih girtiye.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
"3 Deqe ligel Cemil Oguz"



