logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Çend mînak ji wergera Kawa Nemir

Helbestvan û werger Kawa Nemir demek berê soneyên William Shakespeare wergerandin kurdî û pirtûk ji Weşanên Lîsê derket.

  • Dîrok: 06/04/2010
  • Beş: Serbest

Diyarname

Helbestvan û werger Kawa Nemir demek berê soneyên William Shakespeare wergerandin kurdî û pirtûk ji Weşanên Lîsê derket.

Di wergera xwe de Kawa Nemir navê Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Mem û Zînê, Cegerxwîn bikar aniye.

Vane hin ji wan wergeran. Gotin ê wergêran û gotin ê helbestvanan e. Li ser şêwazê, hebûn û nebûna vê tiştên ku bêne gotin hebin em li bendê ne.

  

 

Soneyên William Shakespeare

 

Werger: Kawa Nemir

  

Rûpel 69

 

Sone 8

 

Saz bo guhdaniyê, tu’l wê guhdar î, xem bo çi?

Şêrîn şerê hev nakin, geşî şa bi geşiyê.

Tiştê ne bi dil digirî hez dikî, hem bo çi,

An bi dilzîziya xwe qayil î ji xweşiyê?

Heke ahenga dengên xweşawaz î pak î çak,

Ku bi Mem û Zînê hevser, guhê te kerr dike,

Ew bes gazinan li te dikin, li teyê ku pak

Guh dide birrgehan, sercema wê ji bîr dike.

Meyzê çawa jiyek, mêrekî pak bo jinekê,

Yek bi yek bijene bi serûberiya hevbeş,

Her wekî dayika bextewar, bav û zarokê,

Ku pêk ve bistrên awazeke bo guhan xweş:

            Wê strana bêgotin, a rast gelek, xuya yek,

            Vê distrê bo te, ‘Tek bî, ji te nabe tiştek.’

 

***

 

Rûpel 73

 

Sone 10

 

Heyf! Tu rakî yekî bi evîna xwe baqî kî,

Te wisa berê xwe girtiye, gidiyo, ne heyf?

Tê bidî bide, te pirr kirin Mela* û Feqî,**

Lê pir eyan e, li ser van miriyan dikî keyf;

Ay tu ew çend bûyî êxsîrê kîndariya kuj,

Xwe deka mirina xwe daynî, ne xema te ye.

Dikî wê rindiyê bikî kavil, çavo birij,

Li şûra ku wê çak bikî, hê ku dema te ye.

Were biguheze hizra xwe, ez jî vangêr bim!

Qey kîn xweştir e li şûna evîna nazenîn?

Tu bî, xwe be, bibe ciwan û dilovan her tim,

An jî qe nebe li xwe zulmê neke bi zanîn:

            Xweyeke din çêke li ser xatirê evîna min,

            Bila ew rindî bi wê an te re bijî hemin.

 

*Mela: Melayê Cizîrî

** Feqî: Feqiyê Teyran

 

***

  

Rûpel 91

 

Sone 19

 

Heylê Dema Dehaq, te bivê, pencên şêr ko bik,

Te bivê, cîhan bixwe çêlikê xwe yê şêrîn;

Te bivê, qîlên tûj ji çena pilingê har rak,

Bi xwîna wî bişewitîne sîmirê dêrîn;

Bi bayê leza xwe şên û axkêş bikî werzan,

Çi bikî, bi kêfa xwe yî, heylê Dema şanpaz,

Cîhanê bik dêran, hemû delalên wê erzan.

Lê nebî bikî tawana jê re nîne daraz:

Medî rindiya yarê min nîşana katên xwe,

Bi pênûsa xwe ya dêrîn xetan lê mekişîne;

Bila her xort bimîne her tu bikî dewrên xwe,

Da rindiya Mem bo mirovên ku bên bimîne.

            Hey Dema pîr, ji yek duduyê xwe nemînî jî,

            Yarê min ê bi helbesta min her û her bijî

  

Her wiha di van soneyan de jî wekîy ên li jor navên kurdî yên wis hatine bikaranîn. Binêrin: Sone 21, Sone 32, Sone 35, Sone 125.

 

***

Nûçeyên eleqedar:

- Kawa Nemir soneyên William Shakespeare wergerand

- Xelata Feqî Huseyîn Sagniç didin Kawa Nemir

- Kawa Nemir: Shakespeare û Xanî bi hev re bixwînin

 

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Xelatên şanonivîsiya kurdî hatin dayîn

ad

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

ad

6 Amedsporî diçin tîma neteweyî

ad

Strana “Mişko” ê kî ye, kirin malê kê?

ad

Spanya, Japonya, Fas û Hirvatistanê reqîbên xwe şandin mal

ad

4 konserên Xecê hatin betalkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname