Diyarname
Li ser jiyana hunermend Ahmet Kaya bi navê "Îkî Gozum Ahmet" (Her du çavên min Ahmet) fîlmekî hat kişandin. Li gor planê fîlm divê 7'ê vê mehê biketa vîzyonê lê malbatê serî li dadgehê da û xwest fîlm nekeve vîzyonê. Li ser vê 26'emîn Dadgeha Aslî Hiqûqê ya Stenbolê pêşî li ketina vîzyonê ya fîlm girt. Sazkarên fîlm li ser vê yekê daxuyanî dan çapemeniyê û gotin: "Fîlmê me li gor zagonên Komara Tirkiyeyê hatiye kişandin. Emê li hemû dadgehên Komara Tirkiyeyê mafê xwe biparêzin û hewce bike emê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Ev biryar li hemberî sînemaya tirk zordariyeke cidî û sansur e."
Sazkarê fîlm Omer Demîral jî dibêje ku her kêliyê fîlm li gor hiqûqî hatiye kişandin, li ser fîlm tu telîf tune ye, şêwirmendê wan ê hiqûqê parêzer Haci Orhan jî îdîa dike ku ji bo kişandina jiyana kesek pêdivî bi destûra malbatê nîn e.
Malbata Ahmet Kaya bi gotina destûr ji wan nehatiye girtin serî li dadgehê dabû.
Fîlm ji aliyê Hakan Gurtop û Ganî Ruzgar Şavata ve hatiye kişandin. Di fîlm de Ozgur Tuzer, Aleyna Solaker, Serdar Orçin û Ruhi Sari dilîzin. Fîlm ji Meletî ku jiyana Kaya li wir dest pê kir dest pê dike û li Parîsê bi dawî dibe.
Fragmanê fîlm: