Diyarname
Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) di 87'emîn salvegegera îdamkirina Seyîd Riza û hevalên wî de daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Dadê xwest cihên gorên Seyîd Riza û hevalên wî bê eşkere kirin.
DAD'ê di daxuyaniya xwe de bang li rayedaran kir û daxwaên xwe wisa rêz kir:
- Bila cihê gorên Pîr Seyîd Riza û rêhevalên wî bên eşkerekirin û astengiyên li pêşiya veguhestina wan a li Dêrsimê bên rakirin.
- Divê dewlet bi komkujiyê re rû bi rû bibe û navê Dêrsimê lê vegerîne.
- Divê hemû lîsteya kesên di dema komkujiyê de hatine sirgunkirin û zarokên ji malbatên wan hatine qutkirin bê derxistin û aqûbeta wan ji bo raya giştî bê eşkerekirin.
- Divê arşîv bên vekirin û ji gelê Dêrsimê lêborîn bê xwestin.
- Divê gavek zûti dawî li polîtîkaya zext, înkar û pişaftinê ya li ser ziman, çand û baweriya Dêrsimê bînin.”


