Saet: 20.00 (Li gor saeta Tirkiyeyê) Li 4 eyaletan rewşa dawî PENSILVANYA: Li Eyaleta Pensilvanya heta niha sedî 92 deng hatine jimartin û Trump bi sedî 50.3 li hêş e; Biden xwedî sedî 48.4 e. GEORGINA: Li Eyaleta Georgia sedî 98 deng hatine jimartin û Trump bi sedî 49.5 li pêş e, Biden di sedî 49,2 de ye. NEVADA: Li Eyaleta Nevadayê sedî 87 deng hatine jimartin, Biden sedî 49.5, Trumpî sedî 48.5 deng girtine. Ev eyalet ji bo Bidenî muhîm e, ji ber ku ger Biden vê eyaletê tenê bi dest bixe hejmara delegeyên wî digihîjin 270'yî û bi ser dikeve. CAROLINAYA BAKUR: Li Carolinaya Bakur sedî 95 deng hatine jimartin û Trump bi sedî 50 li pêş e, Biden di sedî 48.5 de ye. 19.50: Rêveberê Kampanyaya Biden: Serketin nêz e Rêveberê kampanyaya Joe Biden got ku hêvî dikin dê li Nevadayê bi ser bikevin û got serektin nêz e. Heman rêveberêi got li Pensilvanyayê jî ew nêzî Trump bûne. Her wiha hat ragihandin ku niha 254 delegeyên wan hene, li Arîzonayê jimartina dengan d ê hinek bidome. Li aliyê din Trumpî twitek din weşand û got ku gelek delîl hene, em bi ser dikevin. Twittirê gotina "ev twit dibe bi nîqaş be" danî ber.
DADGEHÊ RED KIR: Li Georgia jimartina dengan didome, her du berendam nêzî hev in. Koma Trumpî li vê eyaletê ji bo rawestandina jimartina dengan serî li dadgehê da lê dadgeha eyaletê daxwaz red kir.
Di hilbijartina DYA'yê ya ji bo Serokdewletî de jimartina dengan didome. Li gor saet 1'ê Tirkiyeyê niha Biden di warê delegeyan de gihîştiye 264'î û Trum di 214 de maye. Biden eyaletek din jî bi dest bixe bi ser dike ji ber ku pêdivî bi 270 delegeyan heye.
Herî dawî eyaleta Michigan ku xwedî 16 delegeyan e li ser navê Biden hat nivîsîn û bi vê yekê delegeyên ku Biden bi dest xistine bûn 264.
Li Eyaleta Nevada 6 delege hene. Li wir heta niha sedî 86 deng hatine jimartin û Biden bi sedî 49 lê bi dengek biçûk li pêş e. Ger wir bi dest bixe serokdewletiya wî temam dibe. Ger li wir Trump bi ser bikeve ku wekî îhtîmalek biçûk lê tê nêrîn wê çaxê 3 eyaletên din ku mane dibin diyarker. SEROKÊN DYA'YÊ YÊN HETA NIHA HATINE HILBIJARTIN Serokdewletên DYA'yê piranî du caran têne hilbijartin. Jixwe serokek bêyî navber bide du caran dikare serokatî bike, cara sisêyan zagon destûrê nade. Lê piranî du caran tên hilbijartin û dûre diçin mala xwe. Heta niha hindik serokdewlet hene ku carek hatine hilbijartin û di hilbijartina cara diduyan de têk çûbin. Trum jî wisa dixuye dê yek ji ewên hilbijartina diduyan de têkçûne be. Berî Trump George H. W. Bush tenê serdemek serokatî kiribû. Buhs di 20'ê rêbendana 1989'an de hal hilbijartin û 1993'yan de kursiya xwe dewrî Bill Clinton kir. Me Serokdewletên DYA'yê yên heta niha dan hev: 1- George Washington Partî: Bêpartî bû, 30 Avrêl 1789 -4 Adar 1797 2- John Adams Partî: Federalîst, 4 Adar 1797 – 4 Adar 1801 3- Thomas Jefferson Partî: Demokratîk- Komarparêz, 4 Adar 1801 – 4 Adar 1809 4- James Madison Partî: Demokratîk- Komarparêz, 4 Adar 1809 – 4 Adar 1817 5- James Monroe Partî: Demokratîk- Komarparêz, 4 Adar 1809 – 4 Adar 1817 6- John Quincy Adams Partî: Demokratîk- Komarparêz, 4 Adar 1825 – 4 Adar 1829 7- Andrew Jackson Partî: PD (Partiya Demokratan), 4 Adar 1829 – 4 Adar 1837 8- Adarin Van Buren Partî: PD, 4 Adar 1837 –4 Adar 1841 9- William H. Harrison Partî: Whig, 4 Adar 1841 – 4 Avrêl 1841 (Dema li ser kar bû mir) 10- John Tyler Partî: Whig, 4 Avrêl 1841 – 4 Adar 1845 11- James K. Polk Partî: PD, 4 Adar 1845 – 4 Adar 1849 12- Zachary Taylor Partî: Whig, 4 Adar 1849 – 9 Tîrmeh 1850 13- Millard Fillmore Partî: Whig, 9 Tîrmeh 1850 – 4 Adar 1853 14- Franklin Pierce Partî: PD, 4 Adar 1853 – 4 Adar 1857 15- James Buchanan Partî: PD, 4 Adar 1857 – 4 Adar 1861 16- Abraham Lincoln Partî: PK,, (Partiya Komarparêz), 4 Adar 1861 – 15 Avrêl 1865 17- Andrew Johnson Partî: PD, 15 Avrêl 1865– 4 Adar 1869 18- Ulysses S. Grant Partî: PK, 4 Adar 1869 – 4 Adar 1877 19- Rutherford B. Hayes Partî: PK, 4 Adar 1877 – 4 Adar 1881 20- James A. Garfield Partî: PK, 4 Adar 1881 – 19 Rezber 1881 21- Chester A. Arthur Partî: PK, 19 Rezber 1881–4 Adar 1885 22- Grover Cleveland Partî: PD, 4 Adar 1885 –4 Adar 1889 23- Benjamin Harrison Partî: PK, 4 Adar 1889 – 4 Adar 1893 24- Grover Cleveland Partî: PD, 4 Adar 1893–4 Adar 1897 25- William McKinley Partî: PK, 4 Adar 1897–14 Rezber 1901 26- Theodore Roosevelt Partî: PK, 14 Rezber 1901–4 Adar 1909 27- William Howard Taft Partî: PK, 4 Adar 1909–4 Adar 1913 28- Woodrow Wilson Partî: PD, 4 Adar 1913–4 Adar 1921 29- Warren G. Harding Partî: PK, 4 Adar 1921–2 Gelawêj 1923 30- Calvin Coolidge Partî: PK, 2 Gelawêj 1923–4 Adar 1929 31-Herbert C. Hoover Partî: PK, 4 Adar 1929 – 4 Adar 1933 32- Franklin D. Roosevelt Partî: PD, 4 Adar 1933–12 Avrêl 1945 33- Harry S. Truman Partî: PD, 12 Avrêl 1945 – 20 Rêbendan 1953 34- Dwight D. Eisenhower Partî: PK, 20 Rêbendan 1953–20 Rêbendan 1961 35-John F. Kennedy Partî: PD, 20 Rêbendan 1961–22 Sermawez 1963 36- Lyndon B. Johnson Partî: PD, 22 Sermawez 1963–20 Rêbendan 1969 37- Richard Nixon Partî: PK, 20 Rêbendan 1969 –9 Gelawêj 1974 38- Gerald Ford Partisi PK, 9 Gelawêj 1974 – 20 Rêbendan 1977 39- Jimmy Carter Partî: PD, 20 Rêbendan 1977–20 Rêbendan 1981 40- Ronald Reagan Partî: PK, 20 Rêbendan 1981–20 Rêbendan 1989 41- George H. W. Bush Partî: PK, 20 Rêbendan 1989 –20 Rêbendan 1993 42- Bill Clinton Partî: PD, 20 Rêbendan 1993 –20 Rêbendan 2001 43-George W. Bush Partî: PK, 20 Rêbendan 2001–20 Rêbendan 2009 44- Barack Obama Partî: PD, 20 Rêbendan 2009– 20 Rêbendan 2017 45- Donald Trump 20 Rêbendan 2017....:
Li aliyê din Heyeta Çavdêr a Rêxistina Hevkarî û Ewlehiyê ya Ewropayê diyar kir ku li DYA'yê jimartina dengdanê hê didome û karê wan ê çavdêriyê hê bi dawî nebûye.
Her wiha Waliyê Persîlvanyayê Tom Wolf got "Rayedarên li Philadelpia bi awayekî zelal û eşkere dengan dijmêrin. Ez soz didim ku dê her dengê li vir hatiye bikaranîn bê jimartin."
Ev jî heye ku hê gelek dengên ku bi postayê hatine rêkirin û hê negihîştine navendê jî hene. Ev yek dê bi awayekî fermî eşkerekirina Serokdewletê DYA'yê bi paş ve bixe. Texmîn ew e ku di dengên ku ji postayê têne de Biden her li pêş e.
**
Nûçeyên Eleqedar:


