Hevdîtina Hunerî ya Kurdistanê li benda we ye
Amed
Hevdîtina Hunerî ya Navneteweyî ya Kurdistanê ku bi mebesta piþtgiriya bi rojavayê Kurdistanê re tê lidarxistin û berhemên wênesazên ji Asya, Ewropa, Afrîka, Amerîka û çar parçeyên Kurdistanê têde têne pêþkêþkirin dest pê kir. Di vê çarçoveyê de sempozyûmek li dar ket û 33 wênesaz beþdar bûn.
Rojên Hunerî yên Kurdistanê bi piþtgiriya Þaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Þaredariya Kayapinar, Baglar, Sûr û Yenîþehrê bi mebesta piþtgiriya bi rojavayê Kurdistanê re dest pê kir. Bername bi sempozyûma li Salona Resepsiyonê ya li Sumerparkê dest pê kir. Hevþaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kiþanak, Hevþaredara Yenîþehrê Ulku Baytaþ, Cîgira Þaredar Gulistan Nazlier Koyuncu,ji Komîsyona Çandê ya Meclisa Þaredariya Bajarê Mezin Hulya Turker, Serokê Daîreya Çand û Turîzma Þaredariya Bajarê Mezin Muharrem Cebe û Midûra Çand û Turîzmê Cehavir Sadak Duzgun beþdar bûn.
Hunermend Ahmad Hussein Elzaaim, Ali Asker Bal, Aziz Tilki, Bahar Demirtaþ, Bahram Hajou, Bariþ Seyitvan, Dilþad Questani, Eido Alhussein, Ergin Kaya, Êvar Husseynî, Hama Haþim, Hanif Hamou, Hasan Abdalla, Inayat Attar, Lokman Huseyin, Metin Çelik, Mourad Abdullaoi, Munîr Þêxê, Newroz Azizoglu, Nursun Hizlan, Omran Younis, Rania Kakarli, Rana Ali Abbas, Rêbuvar Said, Remzi Sever, Reshid Husso, Ridvan Kuday, Saleh Nemir, Samr Draie, Sitar Ali, Þengul Acil, Zouheir Hassib û Walid Alagha beþdarî sempozyumê bûn û dest bi çêkirin wêneyên xwe kirin.
Berhemên 230 wênesazan tê pêþkêþkirin
Munîr Þêxê ku di komîteya amadekirina Pêþangeha Kurdistanê de ye bixêrhatina mêvanan kir û behsa girîngiya vê xebata ku dê ji bo piþtgiriya Rojava bê pêkanîn kir. Þêxê bal kiþand ser girîngiya vê çalakiya ku hemû parçeyên Kurdistanê tê de beþdar in û behsa amadekirina wê kir.
Koordînatorê Galeriya Hunerê ya Amedê ya Þaredariya Mezin Bariþ Seyîtvan jî da zanîn ku cara yekem e li Amedê xebateke wiha tê kirin û got: “Îro ji çar aliyên cîhanê û çar parçeyên Kurdistanê hunermendên hêja li vê derê bi me re ne. Ev xebat ji bo me pir girîng e.”
Seyîtvan got ku pêþangeh dê heta 7'ê reþemiyê bê vekirin û 230 hunermend dê berhemên xwe tê de pêþkêþ bikin. Seyîtvan got ku ew dixwazin bernameyên bi vî awayî zêdetir bêne lidarxistin.
Hunermend Înayet Attar bi ser navê hunermendên beþdar behsa girîngiya vê hevdîtinê kir û got: “Em dixwazin ev xebata me ji bo siberojê bibe model.”
Bi hunerê giyanê xwe pak bikin
Hevþaredar Gultan Kiþanak jî axaftina xwe bi kurdî kir û got: “Hûn hemû bi xêr hatine Amedê, vî bajarê qedîm, pirçandî, pirzimanî. Em bi dîtina we ya li vê derê gelekî kêfxweþ in.”
Kiþanakê bal kiþand ser girîngiya vê xebatê û got: “Hûn li vê derê mêvan nîn in, hûn li mala xwe ne. Ev bajar, bajarê we ye.”
Hevþaredar Kiþanak bal kiþand ser rola bajarê Amedê û wiha dom kir: “Bajarê Amedê her du aliyê Firatê anî cem hev. Hatina we ya vê derê di navbera çandan de dibe pire û her du aliyên Firatê digihîne hev. Sempozyuma îro, pêngava yekem a Hevdîtina Hunerî ya Kurdistanê ye.”
Kiþanak daxuyand ku hunermendan mîsyoneke girîng daye ser milên xwe û ev yek lê zêde kir: “Bi xêra we gel bêhtir ji hev du hez dikin, tenê, hezkirin dikare çewtî û xeletiyên dîrokî serast bike. Em dikarin bi saya hunerê giyanê xwe pak bikin. Ji ber vê ev hevdîtin gelekî girîng e.”
7'ê mehê dê pêþangeha ji berhemên hunermendan bê vekirin û ew berhem ji bo alîkariyê bêne firotin. Pêþangeh heta 7'ê adara 2015'an dê vekirî be.