Diyarname
Weşanxaneya Avestayê li ser Hesenê Metê dê bernameyeke bi navê "Divê tu binivîsînî" li dar bixista. Ji bo vê yekê Navenda ÇandAmedê (bi navê xwe yê fermî Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç) eyar kiribû. Salona ku di destê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de ye, şaredarî da bû wan. Avestayê berî bernameyê bi du rojan eşkere kir ku cih guhartiye. Bername li Salona Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li dar ket. Avestayê îro ragihand ku "Şaredariya Diyarbekrê nehişt li Navenda Sezai Karakoç bernameya li ser Hesenê Metê çêbibe. Destpêkê gotin erê, piştre betal kirin û tu sedem nişan nedan."
Li hemû bajaran şaredarî cih didin çalakiyên bi vî rengî yan jî nadin, lê piştî biryara "erê", ne rast e ku bê betalkirin. Û berî bi du rojan betalkirin jî ne rast e.
Li ser vê yekê Beşa Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hê tu agahî nedaye. Em geriyan, lê ji ber yekşem bû, me xwe negihand wan.
'FESTİVALA ŞANOYA JINAN HEYE'
Piştî nûçeyê ji Beşa Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin li ser meseleyê agahî dan me û gotin; "Me serê hefteyê ji wan re got cih ne musaît e. Festivala Şanoya Jinan heye, ji ber ku ew li wir prova dikin me xeber da wan, me got ne musaît e, hûn bixwazin em dîsa biaxivin, lê nebû. Ne ku me bersiv nedaye wan; Ji ber provayên lîstikên jinan derfet çênebû."


