Diyarname
Weşanxaneya Avesta bi sernavê "Divê tu binivîsî" bernameyek li ser nivîskar Hesenê Metê amade dike.
Bername 26'ê vê mehê, saet 14'an de li Amedê li Weqfa îsmaîl Beşîkçî wê li dar bikeve.
Semiha Yildiz pêşkêşvanî, Fexriye Adsay jî wê moderatoriya bernameyê bike. Nivîskar Ramazan Alan li ser "Beriya navê nivîskar metna wî", Zulkuf Ergun li ser "Hilweşangerî di berhemên Hesenê Metê de" û Înan Eroglu jî li ser "Edebiyat, estetîk û siyaset: Tofan û Deftera Sor a Hesenê Metê" biaxive.
Hesenê Metê kî ye?
Nivîskar Hesenê Metê di sala 1957'an de li Erxeniya Amedê hatiye dinê. Ji sala 1980'yî ve li Swêdê dijî. Wî ligel çîrok û romanan, hin pirtûk ji klasîkên dinyayê jî wergerandine kurdî.
Hin pirtûkên wî ev in
- Ardû, 1991; çîrokên gelêrî
- Smîrnoff, 1991, Çîrok
- Labîrenta Cinan, 1994, Novel
- Epîlog, 1998, Çîrok
- Tofan, 2000, Novel
- Gotinên Gunehkar, 2007, Roman
- Li dêrê, 2011, Roman
- Pêsîrên Dayê, 2013, çîrok
- Îşev û çîroka daWîn, 2014, Çîrok
- Hefsar, 2018, roman


