Diyarname
Piştî ku çapxaneya meclisê qertên bi kurdî çap nekiri vê carê nehiştin qertên bi kurdî bêne belavkirin.
Mebûsê Sêrtê yê DTP'ê Osman Ozçelîk xwestibû ku bi kurdî û tirkî qertên pîrozbahiyê yên ji bo Cejna Qurbanê çap bike, lê çapxaneya meclisê digel ku qertên mebûsên din çap dike ji ber ku bi kurdî bûn ew çap nekiribûn. Li ser vê yekê Ozçelîk ew li derve di çapxaneyeke taybet de çap kirin û îro xwest bide serokatiya meclisê ku ji mebûsan re bişîne lê Amîrê Îdareyê yê Meclisê yê AKP'yî Muhyettin Aksak kurdîbûna qertan sedem nîşan da û nehişt ew bêne belavkirin. Li ser vê yekê bi rêya posteyê qert ji mebûsan re hatin şandin.
Mebûsê DTP'ê Ozçelîk li ser vê yekê wisa got: "TRT xwe amade dike ku bi kurdî weşanê bike, YOK radigihîne ku dikare beşa Wêje û Zimanê Kurdî li Zanîngehan vebe. Lê meclis bi awayekî psîkolojîk ji bo kurdî ne amade ye. Ez bawer dikim dê hînê vê yekê bibe, emê van astengiyan jî li dû xwe bihêlin."