Amed
Li Amedê 328 saziyên sivîl ji bo 1'ê Rezberê Roja Aştiyê li Deriyê Çiyê hatin ba hev û bi hev re deklerasyoneke belav kirin. Serokê Baroya Amedê Nahit Eren deklerasyon xwend.
Va ne notên ji deklerasyonê:
- Li pêş çavên civakên navneteweyî, li gelek deverên cîhanê şer, pevçûn û tundî heye û ev êş û bêrehmiye bi hemû wêraniya xwe didome. Tenê di nava 10 mehan de li Filistînê zêdetirî 40 hezar kesan ji ber êrîşan canê xwe ji dest dan. Mîna her carê, van êrişan herî zêde bandor li jin û zarokan kir.
- Em ê li dijî şer, mafê xwe yê aştiyê bi israr biparêzin.
- Demên berê ji bo çareseriyên demokratîk ên meseleya kurd, hinek pêvajo hatin destpêkirin û civakên me girîngiyeke mezin pê dan. Lê mixabin ev pêvajo li gorî daxwaza civakê bi encam nebu. Tevî ku pevçûn, operasyon û bûyerên tundiyê dîsa hatin destpêkirin jî, tevahiya civakê bi hêviya aştiyê, guftûgoyê û muzakereyan e û vê hêviya xwe bi baweriyeke xurt didomîne û diparêze.”
NEÇARISERÎ PIRSIRÊKAN ZÊDETIR DIKE
- Eşkere bû ku sedema tengijîna di pêşketina demokratîk a welêt de û krîza aborî ya heyî, yekser girêdayî israra di neçareserkirina pirsgirêka kurd de û polîtîkayên ewlekariyê ye.
- Divê îradeyeke çareseriyê ya nû were avakirin, çek bêdeng bibin, astengiyên li pêşiya rolên aktoran bên rakirin û bi taybet jî Meclisa Tirkiyeyê di vê meseleya êşbar de ji bo çareseriyê berpirsyariyê bigire ser milên xwe.
OPERASYON PIRSGIRÊKÊ KÛRTIR DIKE
- Tundî, operasyonên çekdarî û nêzikatiyên ewlekariyê li şûna çareserkirina pirsgirêka kurd, pirsgirêkê hê kûrtir dike.
- Israra di van polîtîkayên ewlehîperestiyê de zirar da aştiya civakî û pêkvejiyanê. Ev yek di pratîkê de hatiye dîtin.
ZORDARIYA LI SER ZIMAN Û ÇANDÊ
- Girtin, binçavkirin û cezakirina kesên li ber stranên kurdî govendê digerînin a bi îdiaya propagandaya rêxistinê, di çarçoveya çareseriya pirsgirêka kurd de nîşan dide bê ka kesên ji naskirina mafên kolektîf, sosyal û siyasî direvin di nava xeletiyeke çawa de ne.
GERE ROJEVA SEREKE YA TIRKIYEYÊ AŞTÎ BE
- Divê rojeva sereke û herî girîng a Tirkiyeyê aştî be. Lewma jî divê pêvajoyeke ku nîqaşên li ser aştiyê tên kirin were avakirin û ji bo vê bi hemû berpirsyaran re pêwendî bên danîn. Ev yek erk û berpirsyariyeke li dijî civak û welêt e. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû aktor û dînamîkên civakî û siyasî dikin ku ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk were çareserkirin û rewşa şer bi dawî bibe, berpirsyartiya xwe bi cih bînin.
***
Vîdeoyek:


