Diyarname
Hefteya borî berî maça Sakarya û Amedsporê 11 temaşevanên Sakaryayê maskeyên Mahmut Yildirim bi bernavê "Yeşil" dabûn pêş çavên xwe û video kişandibûn, wisa çûbûn maçê. Îro ew 11 kes hatin binçavkirin. Li aliyê din Serokê Sakaryasporê Gokhan İn û rêveberiya klûbê îstîfa kir. Klûbê biryara sazkirina kongreyê da.
Di salên 1990'ah de "Yeşil" wekî endamê JÎTEM'ê (Saziya leşkerî ya tirk) kar kiribû û bûbû sedema gelek kuştinên kiryarnediyar. Temaşevanên Sakaryayê jî dijî Amedsporê maskeyên wî dabûn ber çavên xwe. Ew 11 kes bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Skaryayê hatin binçavkirin.
Serokê Sakaryayê În piştî maça ligel Amedsporê îstîfa kir. Ev nêzî du salan bûn ew li ser kar bû.