Diyarname
Pêşî hevalê me Yûsiv Biyanî nivîsî, dûre Şengul Ogur ji Mêrdînê bersiv da. Gelo hûn jî naxwazin qala heftsaliya xwe bikin?
Belê heft salî. Di heftsaliya ku me tenê bi zimanê xwe dizanî û zimanekî din dihat zimanê me qedexe dikir, em mecbûrê wî zimanî diman... Di ser re jî me derb dixwar.
Hevalê me Yûsiv Biyanî dibêje "Ka binihêrin 'berf dibare' an 'kar yagiyor'" û Şengul Ogur jî got; "Ez jî heft salî me birakê Yûsiv"...
Her du yan jî di heftsaliya xwe de ji ber kurdî derb xwar wekî gelek zarokên kurd ên din.
Ger di heftsaliya xwe de hûn jî rastî tişteke wisa hatibin, yan hûn jî bixwazin li ser wê heftsaliyê tişteke bibêjin hûn dikarin ji me re binivîsin.
Nivîsa we dikare bîranîn be, dikare li ser bîranîneke li ser kesek din be, li ser hevalê/a we be...
Belê fermo, heft saliya we û zimanê we çawa bû.
Em li benda nivîsên we ne.
Wekî notek: Xêra xwe bila nivîsa we herî zêde du A4 be.
Nivîsên xwe xêra xwe bişînin ser maila: diyarname@diyarname.com
***
Nivîsên ku di vî warî de di Diyarnameyê de heta niha hatine weşandin:
- Helîm Yûsiv: Em, dijminên xweşikbûnê
- Gulîzer: Ji ber min çû
- Şengul Ogur: Ez jî heft salî me birakê Yûsiv
-Yûsiv Biyanî: "Ka binihêrin 'berf dibare' an 'kar yagiyor'"