Silopî
Li Silopî, Şaredariya Silopî ku di destê DEM Partî de ye bi navê Navenda Çand û Hunerê ya Eyşe Şanê vekir.
Navenda çandê roja 21'ê Reşemî di Roja Zimanê Zikmakî de bi beşdariya parlamenterên DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, Hevşaredarên Sîlopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk, rêxistina DEM Partî ya navçeyê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din hat vekirin.
Li gor nûçeya MA'yê di merasima vekirina navenda çand û hunerê de Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zeki Îrmez axivî û got: "Kurd îro li dijî hemû êrîş û polîtîkayên pişaftinê li ber xwe didin. Vekirina navenda çandê li dijî van êrîşan bersiv e."
Piştî axaftinan ji bo Roja Ziman panelek bi beşdariya Hevserokê PEN'a Kurd Omer Fîdan lidar ket. Fidan got, "Kurd zimanê xwe wekî nasname û hebûna xwe dibînin. Ji ber ku ziman ne tenê navgîna ragihandinê ye di heman demê de wateya aştî, diyalog û yekîtiyê ye.”
Dûre lîstikvan Ozcan Ateş bi stand-upa xwe "Xalê Şêro" derket ser dikê û pêşkêş kir.
Navenda Çand û Hunerê ya Eyşe Şanê li Taxa Yeşîltepe, Kolana 1'emîn li Avahiya Şaredariya Kevin e.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Di Roja Ziman de konsera bi kurdî hat qedexekirin
- DEM Partî bi 6 ziwanan name qeybî UNESCO şirawit
- Li 6 bajaran ji bo ziman çalakî hatin çêkirin
- Li Wanê 24 saziyan ji bo ziman meşiyan
- Ji bo Roja Ziman li ku çi çalakî hene? Va ye lîste
- Çalakiyek li ser Roja Ziman lidar ket