Wekî hûn dizanin bi qasî mehekî ye malpera me pir giran bibû, di hefteya dawîn de jî bi temamî êdî venedibû. Me berî niha der barê sedema vê pirsgirêkê de hûn agahdar kiribûn, lewre em ê careke din dubare nekin…
Piştî kurtedemekê bi reng û sêwiraneke nû em dîsa bi hev re ne. Wekî ku bala we jî kişand malpera me niha bi lez û beztir dixebite û em hêvî dikin şiklê wê yê nû bi qasî me xweşa we jî çûye…
Me berê gelek caran anîbû zimên lê em dixwazin car din der barê konsept, mîsyon û armanca Diyarnameyê de we agahdar bikin.
Hemû rengên jiyanê dê Diyarnameyê de cih bigirin
Diyarname bi taybetî malpera nûçeyên çandî û hunerî ye, lê ev nayê vê wateyê ku dê nûçeyên ji kategoriyên din di Diyarnameyê de neyên weşandin… Ji nûçeyên têkildarî wêjeyê bigire ta sporê, ji nûçeyên aborî bigire ta magazînê heta ku ji me bê, em ê hewl bidin ku bi naverokek têr û tije derkevin pêşberî we… Ango hûnê hemû rengên jiyanê di Diyarnameyê de bibînin…
Bi kurtahî, ji bilî nûçe û nivîsên ku partîzaniyê dikin rûpelên Diyarnameyê ji hemû cureyên nûçe û nivîsan re vekiriye…
Armanca Diyarnameyê
Armanca wê ya sereke pêkanîna mafên ragihandinê ya bi zimanê dayikê ye û her wisa pêkanîna hişmendiya parastin û xurtkirina ziman, raman û çanda kurdî ye…
Diyarname platforma nîqaşa ramana azad e.
Navenda rexnegiriya kurdî ye. Ji medyayê bigire ta wêjeyê di her warî de deriyên Diyarnemeyê ji bo rexnegeriyê vekirî ye…
Diyarname ne alternatîf an jî reqîbê tu malper an jî rojnameyeke kurdî ye…
Berevajî vê yekê bi hebûn û zêdebûna amûrên ragihandinê yên bi zimanê kurdî kêfxweş û serbilind e…
Bi baweriya me her çi qas hejmara televîzyon, rojname, kovar û malperên kurdî zêde bibe jî dîsa yek ji warên ku herî zêde kurd lê qelsin in warên navborî ne. Gelo çend aborînas, dîroknas, siyasetnas û hwd ên ku bi kurdî (ne kurd ên ku bikaribin xwe bi kurdî îfade bikin) dinivîsin hene? Ji lew re di rewşa heyî de ji xwe tu malper nikare bibe reqîbê malperek din lê dikarin hev du temam bikin… Yek ji armancên Diyarnameyê jî temamkirina qadên navborî ye.
Helbet ligel ku Diyarname ne reqîbê tu malperê ye, dê hin aliyên wê yên xweser jî hebin…
Diyarname di çêkirin û amadekirina nûçeyan de girîngiyeke mezin dide pîvan û rêgezên rojnamegeriyê. Ji niha şûn de jî dê hewl bide ku dernekeve derveyî van pîvanan…
Ligel vê yekê Diyarname girîngiyeke mezin dide mijara edîtorî û redeksiyonê jî.
Nûçe û nivîsên ku di Diyarnameyê de têne weşandin ji hêla edîtorê Diyarnameyê ve bi hûrbînî têne kontrolkirin…
Diyarname berhemeke kolektîf e û ji keda gelek nivîskar û dildarên kurdî pêk tê.
Ligel nûçeyan ji niha pê de jî Diyarname dê her biçe hejmara nivîskarên xwe zêdetir bike.
Ferqeke Diyarnameyê jî ew e ku dê nivîskarên Diyarnameyê tenê di Diyarnameyê de nivîskariyê bikin, ango ji bilî Diyarnameyê dê di malperên din de nenivîsin…
Wekî heta niha dê ji niha şûn de jî deriyên Diyarnameyê ji bo hemû nivîskar û rewşenbîrên kurd vekirî be.
Her kesê bixwaze dê bikare keda xwe tevlî Diyarnameyê bike…
Diyarname dê ji niha pê de jî bi keda hezkiriyên kurdî ber bi pêş de bimeşe…
Roja nivîsa nû ya nivîskarên me
Wekî heta niha, ji niha şûn de jî dê:
- Arjen Arî her şemî
- Cemil Oguz her duşem
- Çiya Mazî, Helîm Yûsiv û Evdile Koçer her 1 û 15'ê mehê.
- Jan Dost û Cîhan Roj her 5 û 20'ê mehê. (Jan Dost hefteyê carekê dinivîsand, lê ji ber karê xwe ji bo demekê dê bi vî rengî bidomîne)
- Ronî War û Zekî Ozmen her 10 û 25'ê mehê.
- Dawud Rêbiwar du hefteyan carekê roja yekşeman dê bi nivîsên xwe yên nû bi we re bin.
- Rifat Arya ev demekê ji ber karê xwe nikarî pergaleke saz bike, lê ji niha û şûnde du hefteyan carekê ewê jî nivîsa xwe bigihîne we.
Û piştî çend roja dê nivîskarên nû beşdarî Diyarnameyê bibin.
Edîtor