Diyarname
Şaredariya Wanê, Kurdî Dera Wanê, Egîtîm Sena Wanê û Weşanên Lîs li Wanê çalakiya “Rojên em bi kurdî bixwînin” li dar dixe. Çalakî di navbera 3-5’ê meha 12’an de wê li dar bikeve û di çalakiyê de wê pêşangeha pirtûkên kurdî li dar bikeve, nivîskarên kurd di gotûbêjan de derkevin pêşberî xwendevanan.
Li ser çalakiyê amadekaran dauxuyaniyeke belav kirin û armanca çalakiyê wisa anîn ziman: “Armanca bingehîn a vê xebatê; bi saya xwendina bi zimanê kurdî, di nav civaka kurd de pêşdebirina hişmendiyeke zimankurd û xurtkirina bikaranîna zimên e. Her wisa hewisandina xwînerên kurd a xwendina pirtûkên kurdî, nasandina pirtûk û nivîskarên kurd, nasandina wêjeya cîhanê û geşkirina pirtûkxaneya kurdî jî armancên vê kampanyayê ne.”
Di çalakiyê de wê bi dehan nivîskar amade bibin û bi helbest û gotinên xwe dengê kurdî bilind bikin.
Vaye bernameya çalakiyê:
ROJÊN EM BI KURDÎ BIXWÎNIN - WAN
03–05 BERFANBAR 2010
03 Berfanbar 2010
Axavtinên Destpêkê
Şaredarê Wanê; Parêzer Bekir Kaya
Kurdî Der; Lewend Urun
Weşanxaneya Lîsê; Lal Laleş
Egitim Sen Şaxa Wanê ; Lezgin Botan
Ji Yarîgeha Ehmedê Xanî Dengê Zarokên Wanî
Xwendina Helbestan
Ji Çemê Dîcle Çengek Av Ji Bo Çiyayê Sîpan
Arjen Arî, Mueyed Teyip, Îrfan Amîda, Mehmet Devîren, Hamît Geylanî, Welat Dilken, Serkeft Botan, Selwa Gulî, Beyar Bavî.
Saet : 16.00 - 19.00
Cih : Salona Vatsoyê
04 Berfanbar 2010
Perwerdeya Bi zimanê Kurdî û Mercên Wê
Axaftin: Selwa Ferîq, Ebdulselam Necmeddîn, Abdurahman Aslan, Behrûz Şûcaî, Mamoste Îkram,
Saet : 11.00- 13.00
Cih : Salona Vatsoyê
Pirsgirêka Kurdî ya Wêjeya Tirkî*
Axaftin: Oya Baydar , Ayşegul Devecioglu, Yavuz Ekinci
Saet : 14.00- 16.00
Cih : Salona Vatsoyê
Ji Erebê Şemo Heta Roja Me Romana Kurdî
Dilawer Zeraq (Moderator)
Erebê Şemo û Arîşeya Pêşînbûnê- Şîlan Yûnis
Di Romana Kurdî û Vegotina Nûjen –Şener Ozmen,
Pêvajoyên Şer û Helwesta Romanê –Lokman Ayebe, Yaqob Tilermenî
Saet : 16.30- 18.30
Cih : Salona Vatsoyê
05 Berfanbar 2010
Di Çîroka Kurdî Derfetên Vegotinê
Destpêkên Çîroka Kurmancî li Başûr- Fazil Omer
Şêweya Vegotina Çîrokên Gelerî û Vegotina Nûjen - Yasir Hesen
Di çîrokê de lêgerînên dirûvî û vegotinî- Ronî War, Mîran Janbar
Saet : 11.00- 13.00
Cih : Salona Vatsoyê
Çîroka Sê Bajaran: Wan, Amed, Hewlêr
Îhsan Colemêrgî - Şeyhmus Diken- Dr. Ferhad Hacî
Saet : 14.00- 16.00
Cih : Salona Vatsoyê
Gulvedana Wêjeya Cîhanê ya di Kurdî de
Samî Hêzil (Moderator)
Kawa Nemir, Yunus Eroglu, Fatîh Aydin, Sîdar Jîr, Bilal Çelik
Saet : 16.30- 18.30
Cih : Salona Vatsoyê
**
*Têbiniya Diyarnameyê: Di bernameya ku ji me re hatibû şandin de ev sernav wisa hatibû nivîsîn: "Pirsgirêka Kurdî ya Wêjeya". Piştî me nûçe çêkir û bername jî pêre weşand, Cihan Roj nivîseke ku têde qala vê xalê jî dike nivîsî. Edîtorê Weşanên Lîsê Lal Laleş li me geriya û diyar kir ku di dema nivîsandina bernameyê de sernav kêm hatiye nivîsîn û rastiya wê sernavê wisa ye: "Pirsgirêka Kurdî ya Wêjeya Tirkî".