Diyarname
Kovara mîzahê ya hefteyî LEMAN'ê mîtînga Amedê ya "Ji bo azadî berxwedana demokratîk" derxist berga xwe û şîdeta polîsan a li hemberî gel rexne kir.
Kovarê di bin logoyê de wisa nivîsiye: "Mîtîna 'Ji bo azadî berxwedana demokratîk' a li Amedê bi midexeleya polîsa a dijwar hate astengkirin. Amed bû wekî qada şer, di heman demê de Erdogan li Stada Kocaeli ji bo gel diaxivî û rexne li Esad dikir, ku hem xwînxwar digot, hem dîktator digot jêre..."
Tirkiyeyê heta îro pirsgirêka kurd wekî "Kart-Kurt" didît, kovarê jî bal kişandiye ser vê û wisa BALON'a xwe saz kiriye: "Em ji Kart-Kurt-Kurdê hatin vir"
Têbinî: Tirkiya di BALON'ê de me wergerad kurdî.