KOPENHAG
Dedgeha Eyaleta Kopenhaga Danîmarkayê biryara xwe ya li ser televîzyonên kurdî eşkere kir. Li gor biryarê, dadgehê hemû weşana Roj TV betal kir.
Parêzeran xwestibû ku weşana MMC û Nûçe TV bidome. Dadgehê li ser vê yekê jî biryar da ku ji bo serîlêdana wan bê qebûlkirin divê pêşî heta roja duşemê 10 mîlyon kron cezayê pereyê bidin.
Dîrektorê Mezopotamya Brodcasting Îmdat Yilmaz wisa got: "Îro saet 12'yan de biryar ragihandin me. Ji bo em serî li Dadgeha Bilind bidin û betalkirinê bixwazin divê pêşî em 10 mîlyon kron cezayê ku birîne bidin. Ger em vê cezayê bitdin dê doz li dadgeha eyaletê bidome."
Her wiha Yilmaz got ku ji ber ku Roj TV niha jixwe weşanê nake tu pirsgirêk nîn e û Nûçe TV û MMC jî ji bo niha weşana xwe didomînin.