Diyarname
Li Erebistana Siûdî jinan mafek din jî bi dest xistin: Li stadê temaşekirina maçan. Heta niha tenê mêr dikarîn herin stadê û li maçên fûtbolê temaşe bikin niha yekem car jinan jî ev yek bi dest xist. Di rojên dawî ya par de ev maf dan jinan û îro li Ciddeyê di maça El Ehlî û El Betîn de jin jî li stadê di nav temaşevanan de bûn.
Yek ji jinên ku hatiye stadê Lamiya Nesir wisa dibêje: "Em bi vê serbilind in. Ev yek nîşan dide ku pêşerojek baş li pêş me ye. Ez gelek kêfxweş im ku bûm şahida vê veguherînê."


