Diyarname
Sê nûçeyên di qada fûtbolê de derketin pêş em pêşkêşî we dikin:
4 qertên sor, 2 penaltin û serketina Fenerbahçeyê
Di navbera Fenerbahçe û Beşîktaşê de derbiyek girîng hebû û maç li Şukru Saraçoglu hat lîstin. Di deqîqeya 20'î de Guiliano ji penaltiyê Fenerbahçe 1-0 derxist pêş. Deqîqeya 86'an de vê carê Janssen penalti avêt û encam bû 2-0. Piştî vê bi deqîqeyek Babel bersiv da lê têra Beşîktaşê nekir. Ji van golan wêdetir qertên sor ku derketin (Ji Beşîktaşê Quaresma, Atiba û ji Fenerbahçeyê Neto û Îsmaîl), gola Beşîktaşê ku ji ber ofsaytê nehat dayîn mohra xwe li maçê de. Her wiha di maçê de Teknîk Dîrektorê Beşîktaşê Şenol Guneş bi îdîaya çêr kiriye şandin nav temaşevanan û piştî maç xilas bû ji ber pevçûnan ji Beşiktaşê Oguzhan qerta sor dît... Van hemû û hê tiştên jê wêdetir kir ku maçek gelek ecêb derbas bibe.
Berî maçê Beşîktaş di rêza duyemîn de hinek din rewşa wî baş bû, lê Fenerbahçe ji aliyê pûanan û derûnî ve rewşa wê ne baş bû, bi vê maçê Beşîktaşê derbek mezin xwar ji ber ku 3 lîstikvanên girîng winda kirin, li aliyê Fenerbahçeyê moralek mezin bi dest bixin û baweriya wê dîsa hat cih.
Real Madrîdî reqor şikand
Tîma mezin a Spanyayê Real Madrîd di deplasmanê de ligel Alaves lîst û bi 2-1 bi ser ket. Golên Madrîdê Dani Ceballos (Dq. 10 û 43), gola Alavesê Manu Garcia (Dq. 40) avêt. Bi vê encamê Real Madrîdê rekor şikand: Tam bû 33 hefte ku Real Madrîd di her deplasmanê de gol/an diavêje ku heta niha di La Lîgayê de tu tîmî nikariye 33 hefteyan ser hev de her hefte golê biavêje.
Amed Spor li mala xwe pûanan winda dike
Amed Sporê di hefteya 4'an de carek din pûan winda dikir. Maça hefteya çaran li Amedê bû û ligel Bodrum Belediye spor lîst û maç bi 1-1'ê bi dawî bû. Du hefte berê dîsa li mala xwe ligel Sivas Belediye 1-1 mabû. Amed Sporê her du maçên li deplasmanê (Mêrsîn, Tûzla) bi dest xistibûn.
Tîm divê maçên li malên xwe bi dest bixe û ji deplasmanan jî pûanan bîne. Niha ji vî alî ve Amed Spor di rewşek ne baş de ye, lê wisa diyar e ev tîm dê xwe bide hev.


