Diyarname
Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê rapora li ser pirtûkan a 2012'yan weşand. Serê kesî çend pirtûk diketin?
Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê li gor daneyên Ajansa ISBN ya Wezareta Tûrîzmê û li gor qeydên Mafên Telîfê û Midûriyeta Giştî ya Sînemayê rapora xwe amade kir.
Li gor raporê li Tirkiyeyê di sala 2012'yan de 480 mîlyon û 257 hezar û 824 pirtûk hatine çapkirin. Li gor pêrar di warê çapkirinê de serî sê kêmbûn çêbûye. Di warê cureyan de jî sedî dude kêmbûnek çêbûye.
Vane ji rapor hin xal:
- Di sala 2012'yan de serê kesî 6,4 pirtûk ketiye. Li gor pêrar serî 3 kêmbûnek di vî warî de çêbûye.
- 42 hezar û 626 cure pirtûk hatine çapkirin. (Di sala 2011'an de 43 hezar û 200 cure pirtûk çapbûne)
- Pirtûkên ku Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) li dibistanan belavkirine jî têde bi giştî 480 mîlyon û 257 hezar û 824 pirtûk çapbûne. (Di sala 2011'an de 493 mîlyon û 469 hezar û 590 heb pirtûk hatibûn çapkirin)
MEB'ê 187 mîlyon heb pirtûk li dibistanên tirkî bê pere belav kirine.
- Di warê felsefe û psîkolojî 1137, di warê olê de 2726 heb û di warê wêjeyê de jî 15 hezar û 34 heb pirtûk hatine çapkirin.
- Di sala 2007'an de 32 hezar û 150 cure, 2008'an de 32 hezar û 342 cure, 2009'an de 31 hezar û 414 cure, 2010'an de 34 hezar û 363 cure pirtûk hatine çapkirin.
- 2007'a de 280 mîlyon û 708 hezar û 153 heb; 2008'an de 298 mîlyon û 651 hezar û 407 heb; 2009'an 353 mîlyon û 599 hezar û 457 heb; 2010'an de 408 mîlyon û 339 hezar û 289 heba û di sala 2011'an de jî 494 mîlyon û 200 hezar û 42 hem pirtûk hatine çap kirin.
- Li gor cure û hejmara pirtûkên ku rapor eşkere dike her sal pêşketine lê di sala 2012'yan de ev yek berevajî bûye, hejmar ketiye.
Têbiniya Diyarnameyê: Di nav hemû deryayê de dilopek be jî di nav van hejmaran de pirtûkên bi kurdî jî hene ku ew jî li gor ISBN'yê têne hesibandin.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
***
- 2012: Ji nav kurdan hin bûyerên xemgîn
- 2012: 109 kes li girtîgehan mirin
- 2012: Li Qoserê pirtûkên ku herî zêde hatine firotin
- 2012: Li Girtîgehan binpêkirina mafan
- 2012: Peyvên ku herî zêde li wan geriyane
- 2012: Li dinyayê kesên herî hêzdar
- 2012: 10 pirtûkên herî serketî yên New York Timesê
- 2012: Herî zêde van pere kar kir
****
REKLAM
Kovareke nû bi navê DîWAR derket
Ji bo têkiliyê:
www.kovaradiwar.com
peywendi@kovaradiwar.com
Dîwar
Friedhofstr. 19
64401 Gross-Bieberau
Germany
Ji bo xwendina nûçeyê LOGO'yê bitikînin