Diyarname
Biryar e 10'ê pûşpera pêşiya me li Herêma Kurdistana Federe hilbijartina Parlemenê li dar bikeve. PDK'ê hilbijartin boykot kiribû û dixwaze bi paş ve bixwe. YNK naxwaze bi paş ve bixe. Nîqaş didomin. Li ser meseleya hilbijartinê 6'ê mehê 3 nûçe derketin pêş. Va ne ew nûçe:
SEROKÊ DADGEHÊ: DIVÊ HILBIJARTIN LI GOR BIRYARÊ BÊN KIRIN
Serokê Dadgeha Federal ya Iraqê Casim Mihemed Ebûd 6'ê mehê danê êvarê ligel Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert civiya. Serokê Dadgeha Federal teqez kir ku divê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li gor biryarên Dadgeha Federal bên kirin.
TALABANÎ ÇÛ WASHINGTONÊ
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî çû Washingtonê. Tê payîn ku Talebanî bi rayedarên Wezareta Derve ya Amerîkayî, endamên Kongreya Amerîkayê, nûnerên enstîtuyên siyasî û çapemeniyê de hevdîtinan pêk bîne. Ew dixwaze li ser rewşa Herêma Kurdistan û Iraqê û hilbijartinên parlamentoyê bi wan re bicive.
MESRÛR BARZANÎ SERÎ LI DADGEHÊ DA
Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Dadgeha Federal ya Iraqê gilî tomar kir ku tedbîr û amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê rawestîne.
Di serîlêdana nivîskî de wiha hatiye gotin; “Biryara Dadgeha Federal ya dabeşkirina Herêma Kurdistanê li ser 4 bazinên hilbijartinê, kêmkirina hejmara kursiyên parlamentoyê ji 111 kursiyan bo 100 kursî ne destûrî ye û binpêkirina mafên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye.”
***
Li ser hilbijartinê hin Nûçeyên Eleqedar:
- Başûr; Komîsyona hilbijartinê dê navên namzetan eşkere bike
- Nimreyên beşdarên hilbijartina Başûr diyar bûn
- Bafil Talabanî, 'Em dixwazin hilbijartin di dema xwe de çêbibin'
- PDK, 'Em beşdarî hilbijartinê nabin'
- Roja hilbijartina Herêma Kurdistanê diyar bû
- Talebanî: Divê hilbijartinên Parlamentoya Herêmê bi awayekî şefaf bên kirin
- Hilbijartina Herêma Kurdistanê wê kengê li dar bikeve?
- Biryar hat dayîn: Roja hilbijartina Herêma Kurdistanê hat eşkere kirin
**
- Li Başûr 5 partiyan li ser hilbijartinê li hev kir
- YNK û PDK li ser guhertinên yasaya hilbijartinê axivîn
- Ji ber lidarneketina hilbijartina Herêma Kurdistanê 12 mebûsan îstîfa kir


