Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane ANHA‘yê 4 çekdar ku rûyê xwe girtibû êrişî avahiya Şaredariya Gel a bajarokê Teyana ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê kirin.
Çekdaran bi gefa çekê karmendên şaredariyê li cihekî kom kirin û pirsa Serokê Şaredariyê Sekat Ebû Eymen kirin. Dema Serokê Şaredariyê nas kirin jê xwestin ku li ser çongên xwe bisekine û li pêşiya hemû karmendan 4 guleyan berdan serî wî û ew qetil kirin. Koma çekdar piştî sûc pêk anîn, reviyan.
ANHA