Pinar Kur dê fîlman hilbijêre
Diyarname
Di juriyê Festîvala Fîlman a Stenbolê de guherîneke çêbû, Pinar Kur kete cihê Elif Þafak. Þafak ji ber nexweþiya xwe vekiriye.
27'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê îsal di navbera 5 -20'ê avrêlê de li dar dikeve. Di endamên juriya beþa Pêþbaziya Neteweyî ku 11 fîlm dê bi hev re bikevin vîzyonê de guherîneke çêbû. Elif Þafak ku di nav endamên juriyê de bû ji ber nexweþiya xwe ji juriyê veqetiye û wêjevaneke din Pinar Kur kete cihê wê.
Di bin serokatiya derhêner Semih Kaplanoglu de endamên juriyê yên beþa Pêþbaziya Neteweyî ji Sylvain Auzou, Michèle Maheux, Nurgul Yeþilçay û Pina Kur pêk tê
Wêjevan Pinar kur ku li Zanîngeha Sorbonne doktoraya xwe kiribû bi pirtûka xwe ya çîrokan “Akiþi Olmayan Sular” sala 1984'an de Xelata Sait Faik a Çîrokê girtibû.
Pýnar Kur hê li Zanîngeha Bîlgiyê hîndekarî dike, di fîlmekî bi navê "Asilacak Kadin" de tevî Mujda Ar lîstibû.
Di beþa Pêþbaziya Neteweyî de ev fîlm ku hin jê zimanên wan bi kurdî ye dê bi hev re bikevin qayiþkêþanê:
- Multeci / Reis Çelik
- Hazan Mevsimi: Bir Panayir Hikayesi / Mehmet Eryýlmaz
- Hawar / Mehmet Guleryuz
- Golge / Mehmet Gureli
- Ulak / Çagan Irmak
- Sakli Yuzler / Handan Îpekçi
- Gitmek / Huseyin Karabey
- Firtina / Kazim Oz
- Tatil Kitabý / Seyfi Teoman
- Ara / Umit Unal
- Nokta / Derviþ Zaim
Her wiha di festîvalê de Efes Pilsen jî Xelata FIPRESCI dide.