Diyarname
31'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqereyê îsal dê di navbera 4-14'ê pûşperê de li dar biketa lê hat taloqkirin.
Festîval ji ber vîrusa koronayê hat taloqkirin. Serîlêdanên fîlman ji bo festîvalê roja 25'ê adarê bi dawî bûbûn û bi giştî hezar û 278 serîlêdan hatibûn kirin.
Amadekarên festîvalê di malpera xwe de daxuyaniyek weşandin û eşkere kirin ku ji ber vîrusa koronayê festîval hatiye taloqkirin lê diyar nekirin ku dê kengê li dar bikeve. Gotine ku me bişopînin.
Berî vê Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê û gelek festîvalên din jî hatibûn taloqkirin.