Husên Duzen
Helîm Yûsiv jî wek Jan Dost û gelekên din zêdeyî deh salan e dûrî welêt li Almanyayê dijî. Berî bi çend rojan (25.06.2012) di nivîsa xwe „Gelo dema wêjeyê derbas bûye?“ ya di malpera Diyarnameyê de çavdêriyên xwe yên civîneke wêjeyî li bajarê ku ew lê dijî bi me re parvekir û li dawiy nivîsê bi çend pirsyaran li dûv hev rêz dike ku hêjayî gotûbêjê ne. Hizra bingehîn di nivîsê û pirsyaran de eleqeya kêm a ji bo wêjeyê ye, lema min jî xwest ez li ser vê xalê rawestiyama. Piştre min dît ku babeta nivîskarî û surgunê bêtir xwe derdixe pêş.
Piştî ku nivîskêr nivîsa xwe di Fecbookê de jî belav kir, min hin hizrên xwe di derbarê babtê de li bin wê pêşkêş kiribûn. Hin nivîsakran daxwaz li min kirin ku ez wan notên xwe wek nivîs ji bo gotûbêjê di malpera ku nivîsa Helîm Yusiv jî tê de derketibû de belav bikim. Di vê navberê de li ser babtê nivîseke birêz Bawer RÛKEN û yeke edîtorê malperê Cemîl Oguz jî di heman malperê de hatin belav kirin. Divê ez di serî de bibêjim ku li gor min hin tênegihêştinên bingehîn di her sê nivîsan de jî hene, lema ezê jî bi şêweyekî kurt hizrên xwe li ser wan pêşkêş bikim.
Eşkere ye ku nivîsa Helîm Yusiv ya bahsbûyî bi pênûsa nivîskarekî exîlê hatiye nivîsandin. Welatê Xerîbiyê, surgun, ango exîl ku wek têgeh ji bo nivîskarên ku neçar dimînin li derveyî welatê xwe bijîn tê bikaranîn, rewşeke taybet e. Theodor Adorno dibêje:
„Her rewşenbîrê li welatê xerîbiyê, bê îstîsna, birîndar e.Ew neçar dimîne li derdoreke ku nasnake bijî, li gel ku hîn xwedî gelek agahdariyên li ser rêxistinên sendîqayan û tirafîqa tirimpêlan e jî ew di tevliheviyekê de dijî. Zimanê wî jê hatiye standin û rê li ber hemû çavkaniyên ku hêza agahdariyên wî yên dîrokê jê dihat, hatiye girtin“.
Dibe ku tevahiya van peyvan di dema me de ne rast bin, lê di kakilê xwe de rastiya surgunê radixin ber çavan.Piştî ku nivîskar paşê xwe dide welatê ku bi zimanê wî dinivîsand û pê ve labirinteke xaçirêkan li ber wî vedibe; ew êdî lal e, gelek caran jî kor e. Ew hêdî hêdî dest bi afirandina jiyaneke nuh dike.
Ji xwe surgun û wêjeya kurdî her bi hev re tên bilêvkirin. Ligel ku ev bû zêdeyî 20 salan li ser Axa Azad gelek nivîskaran derfeta nivîsandinê li welatê xwe dîtine û li Bakûr di van salan de gelek nivîskarên nuh derketin û giranî ji welatê xerîbiyê ber bi welêt ve anîn jî, hîna gelek nivîskarên kurd li exilê ne. Ne tenê kurdan lê hemû nivîsakrên ku ji welatê xwe derbiderbûyî êşên exîlê jî kişandine û dinav wan êşan de beşekî ji wan Wêjeya Exîlê afirandine. Ev têgeh ku ji her derê bêtir li rewşa wêjeya kurdî tê, li ba me kêm hatiye gotûbêj kirin.
Nivîsa Helîm Yusiv, gelek nivîskarên alman anîn bîra min, ku di salên 1930î piştî şewitandina pirtûkan di dema Naziyan de neçar man li gelek deverên dunyayê belav bibin, wek mînak Bertolt Brecht, Lion Feuchtwanger, Oskar Maria Graf, Thomas Mann, Anna Seghers, Franz Werfel û gelekên din. Gelek ji wan nikarîbûn di xaçirêkên ku derdiketin pêşberî wan re bimeşyana, lema dawî li jiyana xwe anîn(Stefan Zweig und Kurt Tucholsky û yên din). Hinekan dev ji nivîsê berda. Beşekî jî ji wan bi berhemên heyî li ser lingan man heta ku rêya vegera welêt li ber wan vebû. Yên ku karîbûn ji ziman û îmkanên din yên exîlê sûdê werbigrin jî hebûn, lê hejmara wan ne zaf zêde bû.
Her weha nivîsa Helîm Yûsiv nivîskarên kurd ên exîla Siwêdê anîn bîra min, ku gelekên ji wan di salên 1980 de li wir dest bi nivîsandinê kirin û pêşengiya bikaranîna kurdî wek zimanê nivîsê kirin. Gelo çend kesan ji wan karîbû deriyên heyî vebikirna û ji derfetên li wir sud werbigirtana? Mixabin piştî çûna Mehmed Uzun ji nav wan û piştî vekirina TRT6 eşkere bû ku hejmara wan jî ne biqasî ku dihat texmîn kirin bû. Hinekan ji wan dev ji nivîsê berda û li ber deriyê TRTê ji bo kar ketin dorê, hinekan hêdî hêdî bi tirkî nivîsandin an jî dema xwe ya pirr ji bo berhemên xwe wergerînin ser tirkî derbas kirin. Qederê ez dizanim yekî tenê jî nikarîbû piştî 30 salî jî bi siwêdî yan li ser jiyana li welatê lê binivîse.
Wek ku tê zanînîn, piştî ku têgehek ket serê me û pê ve zû bi zû hew jê derdikeve. Di vê dema ku salên zêdeyî carekê ji Stokholmê bo bajarên Tirkiyê rêwitiya nivîskarên kurd ên li Swêdê pêk tê jî, em wan mîna nivîskarên surgunê bilêv dikin. Kesên wek Helîm Yûsiv û Jan Dost û gelek nivîskar û hunermendên ji Rojava û Rojhilat ku bi rastî jî jana surgunê li gelek welatan dikşînin, kes bahsa wan nake.
Ez bawer im, nivîsa Helîm Yûsiv di vê xalê de jî balkêş e ku dest avêtiye babteke bajarê ku ew lê dijî û pê re jî eşkere bûye ku nivîskarekî surgunê li ser welatê ku piştre lê bicîh bûye binivîse, çi dijwarî dikarin derkevin pêşberî wî. Helîm, di nivîsa xwe de gelek pirsyar kirine. Ez bawer im ku bersîva wan jî bi hoyên exîlê ve têkildar e. Ez dizanim ku ew jî baş dizane bê her sal bi çendên hezaran pirtûk li almanyayê tên weşandin. Ma gelo tenê çend kal û pîr wan hemiyan dixwînin? Ji xwe di nivîsê de jî eşkere dibe ku wê rojê „lîska futbolê ya Almanyayê û welatekî din“ hebû. Nivîskêr ev rewşa wî bajarê xwe ya awarte ya wê rojê girtiye û bişêweyekî sugestiv gotiye ku li welatên rojava eleqeya ji bo Wêjeyê di nav kal û pîran de maye. Vê Teza Helîm Yusiv hişt ku beşdarên din(Rûken û Oguz) jî wê parvebikin û bighêjin encameke ku zaf dûrî realîteyê ye: Birêz Rûken eşkere dibêje ku li welatên rojava eleqeya ji bo wêjeyê kêmtir bûye. Her weha ji bo xurtkirina teza xwe jî serî li hin peyvên Fawaz Husên dide:
“Di 26’ê meha gulanê, di 3’yemîn Fûara Pirtûkan ya Amedê de, li salona ku Fawaz Husên tê de bi xwendevan û hezkiriyên xwe re hevpeyvînek li dar xist, qelebalixa li vir gelek kes matmayî hişt. Û di dawiya hevpeyvînê de gava ku me ji Fawaz Husên pirsî ka gelo li Franseyê jî di hevpeyvînan de qelebalixên wisa çêdibin an na? Bersiva wî ‘na’ bû. Digot dema ku em li Franseyê ligel nivîskarên zimanê frensî tevlî çalakiyên wisa dibin, kêm kes tên.“
Bê bi çi weteyê Fawaz Husên ev peyv gotine, ez nizanim. Lê dibe ku ew jî wek yek ji nivîskarên surgunê bi berçavka surgunê li bûyerê mêze kiribe. Her wusa azmûnên xwe yên şexsî wek bûyereke tevahî destnîşan kiribe. Kêliya ku ez van rêzan dinivîsim, gelek gelek xwendinên nivîskarên alaman tên ber çavên min, ku gelekên ji wan jî bi sedan beşdaran dibînin. Belkî hûn bêjin ev jî çavdêriyên min î şexsî ne, lê belê hemû statistîk û pêşangehên pirtûkan li welatên rojava jî vê rastiyê dibêjin. Wek mînak pirtûkên xwediyê xelata Nobelê Günter Grass li hemû pirtûfiroşên gundan jî li Almanyayê tên firotin, lê yên Orhan Pamuk ji derveyî çend bajarên mezin zor tên bidest xistin.
Bêguman fenomeneke din jî heye ku ji bo wêjeyê mistewa divê, ne tenê ji bo nivîskar û rexnegirên wê her waha ji xwendevanên wê re jî. Dibe ku sedem ev be ku carnan kal û pîr bêtir ber bi çavên me dikevin, lêliya em welatên dunya sisiyan û yên rojava didin ber hev. Lê ez bi xwe di wê barweiyê de me sedema bingehîn ne realîte bi xwe lê berçavka surgunê ya li realiteyê dinere ye.
Exîl, mîna hespekê ye jî. Ger merov karibe lê siwar bibe, bêşik ew ê merov bighîne hin qonaxan jî. Mînakên wisa jî hene. Ne ji ber ku exîl derdorek firehtir an jî mijarin cûda pêşkêş dike. Gelek caran êşa wê bixwe dibe çavkaniyek ji bo afirandinê. Belkî mînaka herî berbiça ya nivîskarên kurdê li Swêdê be, lê belê wek ku hat dîtin, wan jî nikarîbû ji bo demeke duvdirêjtir di xaçirêkên exîlê re bi şêweyekî serkeftî bimeşyana.
Li ser hev ez dixazim bêjim surgun, rewşeke ku gelek derfetên nivîsakran ji dest wan digre, ne tenê di warê afirandinê de ew nikarin mîna dema li welatê xwe biber bin, lê belê ew gelek caran bûyerên derdora xwe jî bi wê berçavka ku li wan hatiye kirin dibînin. Bêguman kesên ku dikarin di van hoyan de jî bi serkeftî tev bigerin jî hene, lê hejmara wan her ji hejmara tiliyên destan derbas nebûye, li tevahiya dunyayê.
Her weha teza ku dibêje, kesê bindest bêtir bi wêjeyê an hunerê re mijûl dibe, ne xwedî tu bingehî ye. Di asta yekem de pêdiviya kesê bindest bi azadiyê heye û ya kesê biçî jî bi nên, pêdiviya ji bo huenrê piştre tê. Huner her di rewşên azad û pêşketî de rehan berdide.
Na ger we xwest em di dema internetê de li ser giraniya wêjeyê biaxivin,merov dikare li ser wê jî çend peyvan bibêje, bêyî ku merov realîteya heyî nebîne.
***
Nivîsên di vî warî de hatine weşandin:
- Cemil Oguz: Li Bakur rewşa wêjeyê
- Bawer Rûken: Wêje stargeha giyanên bindest e
- Helîm Yûsiv: Gelo dema wêjeyê derbas bûye?


