Diyarname
Lîstikvana navdar a îranî Golshifteh Farahani ji ber ku wêneyên wê di kovareke fransiz de hatin weşandin malbata wê hate tehdîdkirin.
Li gor nûçeya El Arabiye lîstikvan Golshifteh Farahani (31 salî) ji ber wêneyên wê yên di kovara fransiz Eoiste de hatin weşandin ji aliyê rayedarên Îranê ve hate tehdîdkirin.
Li gor îdîayê rayedarek li malbata Farahanî ya li Tehranê dijî geriyaye û gotiye: "Emê pêsîrên wê jêkin û di tebeqêke de pêşkêşî bavê wê bikin."
Wêneyên Golshifteh Farahani ên ku Egoiste de hatin weşandin ji aliyê hunermendê wêneyan ê li dinyayê navdar Paolo Roversi ve hatin kişandin. Golshifteh Farahani di sala 2012'yan de dîsa hin wêne pêşkêş kiribûn ku di wan wêneyan de pêsîrên wê jî dixuyan. Ji ber vê yekê êdî newêrî here Îranê û ji wê rojê de ligel mêrê xwe li Parîsê dijî. Farahanî yekemîn lîstikvana ji Îranê ye ku di fîlmekî Hollywoodê de lîstiye.
Golshifteh Farahani di fîlmê kurdî, yê Behmen Qubadî "Nîvê Heyvê" de jî rola serlîstikvaniyê girtibû ser milên xwe.



