Diyarname
Li gor zagoneke nû ya ku niha li Îngilistanê tê nîqaşkirin ger lîstikvanên futbolê jî bi îngilîzî nizanibin dê nikarin li Îngilistanê bilîzin.
Li Îngilistanê van rojan li ser zagoneke nû ya koçberî nîqaş têne kirin. Ger zagon bê qebûlkirin ji bilî hemwelatiyê Yekîtiya Ewropayê ji welatekî din lîstikvanek baş bi îngilîzî nizanibe dê nikaribe transferê tîmeke Îngilistanê bibe û li wê derê bilîze.
Û dema lîstikvanek bê transferkirin ew kî dibe bila bibe dê bikeve ezmûna îngilîzî û bi ser bikeve dê bikaribe li Îngilistanê bilîze.
Belê gel wisa qîmetê dide zimanê xwe. Zagon ji bo lîstikvanên navdar jî derbas dibe.