Diyarname
Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn îsal di navbera 8-14'ê kewçêrê de li dar dikeve. Di festîvalê de Xelata Rûmetê ya di Hemû Jiyanê de tê dayîn.
Festîval bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê, ji aliyê AKSAV (Weqfa Çand û Hunerê ya Antalyayê) ve tê li dar xistin. Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a ANtalyayê îsal dê Xelata Rûmetê ya di Hemû Jiyanê de bidin Tuncel Kurtiz, Perran Kutman, Engin Çaglar, Halit Akçatepe û derhênerê rêzeya "Cilali Îbo" Mehmet Dinler.
Xelata "Berpirsiyariya Civakî ya di Hunerê de" ku par yekemîn car hate dayîn îsal dê bidin Rutkay Aziz.
Di festîvalê de van xelatan dê bidin ev kesên ku navê wan hatiye eşkerekirin.