Mukît Arslan
Der barê pirsgirekên wergerê de, min li ser pirsgireka peyvan bi çend mînakan hinek dîtinên xwe anîbû ziman. Di vê nivîsê de jî ezê di der barê wergerê de, pirsgireka îdîyom, gotinên pêşiyan, zayend, pêşdanîn, dem û cînavkan, bi mînakan pêşberî we bikim.
Ji damezirandina Komara Tirkîyeyê heta îro, kurd bi tirkî hatine perwerdekirin, vê yekê gelek bandor li ser îdiyomên kurdî kiriye. Bi vî awayî jî kurd di der barê îdiyomên kurdî de pir lawaz mane. Ev yek di wergeran de pir xurt derdikeve pêşberî me. Dema em bala xwe didin wergeran, ev tiştên xav û tamosarkî bi hemû rastiya xwe ve derdikevin pêşberî me, ka bi çend mînakan em bibînin hela :
Amma da yaptin (Te jî kir ha) -Rastîya wê: Te jî berda ha, Boyunun ölçüsünü aldı (Pîvana bejna xwe girt) - Rastîya wê: Çû li ser qûna xwe rûnişt, Canın sağ olsun (Bila canê te sex be) - Rastîya wê: Bila dûrî te be, xwedê te bihêle, Ciğeri beş para etmez (Cîgera wî pênc qurişan nake) - Rastîya wê: Newêrekekî li wê rastê ye, Çıkmaz ayın son çarşambası (Heta çarşemîya meha tune) - Rastîya wê: Heta ku qantir bizê, Çürük tahtaya basmaz (Pêlî texteyê şil nake) - Rastîya wê: (Zû bi zû nayê xapandin), Devede kulak (Pir piçûk) - Rastîya wê: Bi qasî kurîya derzîyê, Dokuz doğurdu (Tu qey dibêjî neh bi zar e) - Rastîya wê: Bi xwe de rît, Ensesinde boza pişirdi (Li ser histûyê wê boza kelandin) -Rastîya wê: Malik lê xirab kirin, Eşek hoşaftan ne anlar (Ker ji xoşavê çi fêm dike) - Rastîya wê: Hoşo, Emê bego, Fol yok yumurta yok (Tiştek li holê tune) - Rastîya wê: Guman naçê, Fıldır fıldır arıyor (Li her alî lê digere) -Rastîya wê: Qulo qunco lê digere, Ivır zıvır (Qivir zivir) - Rastîya wê: Kul û kureder, İcabına bakmak (Ji holê rakirin) - Rastîya wê: Serî windakirin, İstemem yan cebime koy (Naxwazim lê bike bêrîka min) - Rastîya wê: Min dil tune lê tu dizanî, Kan ter içinde kalmak (Di xwîdanê de bûye av) - Rastîya wê: Reş û hêşîn bûye, Laf ebesi (Peyv maman) - Rastîya wê: Virtek, Lamı cimi yok (Lam û cîm tune) - Rastîya wê: Ne hilde ne jî dayne, Nalına mıhına vurmak (Him li nal dixe him li mix) - Rastîya wê: Nizane çi gûyî buxwe, Nur topu gibi (Wekî goga nûr e) - Rastîya wê: Wekî berf e, Ok yaydan çıktı (Tîr ji kevanê derket) - Rastîya wê: Ji dev derket carê, Onun ipiyle kuyuya inilmez (Bi benê wî mirov nikare dakeve bîrê) - Rastîya wê: Mirov nikare pişta xwe bi wî girêde, Örümcek kafalı (Paşverû) - Rastîya wê: Aqil çûçik, Para peşin kırmızı meşin (Pere pêşîn paşê meşîn) - Rastîya wê: Berê bijmêre paşê hilbijêre, Şeytan diyor ki (Şeytan dibêje) - Rastîya wê: Cin dibêje….
Ev rewş di der barê gotinên pêşîyan de hîn xirabtir e. Gotinên pêşîyên tirkan raste rast tên wergerandin. Kurdekî ku tirkî nizanibe gelo ew dê ji van çi fêm bike. Li ser vê mijarê jî gelek zêde mînak hene, lê bi çend mînakan ka em pêşberî we bikin;
Besle kargayı oysun gözünü (Qijikê xwedî bike bila çavê te derxe) - Rastîya wê: Qirdê me kor, bextê me reş, Can boğazdan gelir (Can ji xwarinê tê) - Rastîya wê: Wek hêstiran ji palane xwe bixwe. Evdeki hesap çarşıya uymaz (Hesabê malê li sûkê nehat) – Rastiya wê: Gûzê xwe hesab dike, sevên xelkê hesab nake. Fazla naz aşık usandırır (Naza zêde evîndaran bêzar dike) – Rastîya wê: Ev dil e, ne bilxur e. Gelen gideni aratır (Kesê tê, yê diçe tîna bêrîya mirov) – Rastîya wê: Sal bi sal, xwezî bi sala par. Horoz ölür gözü çöpşükte kalır (Dîk dimire çav li sergo dimîne) - Rastîya wê: Aş ji dest çûye, pirsa çeqçeqê dike. Isıran it dişini göstermez (Kuçikê gez bike diranê xwe nîşan nade) – Rastîya wê: Dil dixwaze, lê ji dest nayê.
Pirsgirekeke din jî li ser zayendê ye. Lê li ser zayendê mesele hê dirêjtir û berfirehtir e, ji ber ku li hinek herêman bi rastî jî kurd di nav axaftinên xwe de zayendê tevlihev dikin. Ev yek hinekî ji ber zaravayê kurdî ne, hinek jî ji ber nivîs û berhemên berê ne. Zimanzanên kurdan ji bo zayendê çend xal nîşankirine, ezê van xalan bi we re parvebikim.
Mê
1. Navdarên ku navên mirovên mê ne.
2. Navdarên ku navê heywanên mê ne.
3. Peyvên bîyanî yên navdêr(Ku hevmaneya wan di kurdî de tunebe)
4. Navên alavên muzîkê
5. Navdêrên ku demê nîşandidin
6. Navên nexweşîyan, êş û birînan.
7. Navên navgînên guhastinê.
8. Navên erdnigarî (çem ne tê de).
9. Navên tiştên esmanî û tiştên ku jê tên xwarê.
10. Navên xwarinan û tiştên kelandî ( Nan û goşt ne tê de)
11. Navdêrên lêkerî.
12. Navdêrên abstrakt yên ji rengdêrekî çêbûyî. (Xizanî, qelsî, reşahî, bilindahî, stûrî, korî, firehî)
13. Navên tîpan, pronavan, rengdêran, hokeran.
14. Termên rêzimanî
15. Navên çek û sîlehan.
16. Navên maddeyên kîmyayî
Nêr
1. Navên mirovên nêr.
2. Navên heywanên nêr.
3. Navê hejmaran ( Yek ne tê de)
4. Navên ku ji heywanên nav malê tên bidestxistin.(Hirî, liv û, kej ne tê de).
Pirsgirêkeke din jî bikaranîna pêşdanînin û daçekan e, herî zêde jî (dê û li) di vî warî de şaş derdikevin pêşberî me.
Mînak ; Ew dê biçe. (Wê biçe) – Rastîya hevokê : Ew dê biçe ye, lê di Kurdî de dengê -d- yê dikare bikeve, wê çaxê hevok bi vî awayî saz dibe ; Ewê biçe. Lê di wergeran de wekî wê biçe, derdikeve pêşîya me, ka îjar ew –e- ya serî çû kuderê. Dengê pêşdanîn û paşdanînan dikarin bikevin lê ji cînavkan deng nakeve.
Wekî din jî herî zêde ( li )şaş tê bikaranîn. Di nav hevokan de (li) bi awayekî gelekî pir xirab tê bikaranîn.
Mînak : Li vir Heskêf e. Yanê dibêje ku ; Ev der Heskêf e. – Sînor li vir destpê dike. (Sınır buradan başlıyor). Rastîya wê : Sînor ji vê derê destpê dike. Hevokeke din ; Li her alî tên ( Her taraftan gelîyorlar). Rastîya wê : Ji her alî tên.
Pirsgirêka cînavkan ezê di nav demê de bidim, ji ber ku herî zê de dema dem diguhereser dema borî pirsgêrêk dertê holê. Em berê cînavkên xwe kifş bikin.
Ez, Tu, Ew / Min, Te, Wê-Wî
Em, Hûn, Ew / Me, We, Wan
Nihajî em werin ser şaşîyan : Ez dibêjim – Ez gotim(Min got) / Tu dibêjî – Tu got(Te got) / Ew dibêje – Ew got(Wê&Wî got)
Em dibêjin – Em gotin(Me got) /Hûn dibêjin – Hûn gotin(We got) / Ew dibêjin – Ew gotin(Wan gotin).
Li ser vê pirsgirekê tenê bi peyva ‘’got’’ sekinîm lê di gelek lêkeran de ev şaşî heye. Derdê min li vir tenê balkişandina şaşîyan e. Ev jî ku bi çend mînakan hatibe ziman û balkişandibe dê baş bibe.
***
Nivîsa din a Mukît Arslan a li ser vê mijarê:
- Çend not li ser ji tirkî wergera ji bo kurdî
Ev nivîs ji Tîrojê hatiye girtin