Bawer RÛKEN
Pirsa serdemekê: Gelo dema wêjeyê derbas bûye? Belkî ev pirs wiha bûye wê hîn bêtir her aliyê wêjeyê bida ber xwe. Gelo kîjan serdem ya wêjeyê ye? Ji ber ku ev ne pirsa serdema me tenê ye. Di serdemên berê de jî pirsên bi vî rengî pir in. Û pirî caran bûye cihê nîqaşên dûr û dirêj. Helbet her kesî li gorî xwe tiştek gotiye ango hewl daye ku tiştekî bibêje. Di vê nivîsarê de jî ez ê hewl bidim ku çend bersivan li ser pirsên kekê Helîm (Yûsiv) bidim. Ji ber ku pirseke piralî ye û dixwaze ku em ji her alî ve nêzikî bibin; loma qadeke berfireh û vala li ber meriv radixe. Lê ez ê hewl bidim ku bi çend xalên sereke yên têkildarî vê serdemê destnîşan bikim.
Wêje û Bindestî
Li welatên bindest yên mîna Kurdistanê giyanên bindest yên ku haya wan ji bindestiyê giyanê xwe heye, bi hunerê re bêtir têkildar in. Her çeleb hunerê di nava xwe de dihewînin. Heta meriv bi dilrehetî dikare bibêje ku ji serdestên xwe bêtir parastvanên hunerê ne û dem tê disekine hunermendên serdest jî diparêzin. Bes tenê wî/ê hunermendî/ê serdest carekê qala bindestiya wan kiribe. Ew parastineke jidil e ji bo hunermendên serdestên xwe; lê ne ji bo hunermendên xwe.
Di destpêkê de dema ku xwendevan ango nivîskar bi helwesta popîlîst radibe û wekî wezîfeya sereke xwedanîspatkirinê mijûl dibe. Lê helbet ev qaîde ji bo her kesî derbas nabe û ji bo hin kesan jî derbas dibe. Heta demekê û heta derekê dikare wiha bimeşe û wextek tê ku lingên wî/ê li ser rê dilikumin û dikeve xwarê. Dema ku dikeve pirsek mîna sîleyekê li bin guhê dikeve: Hunera ku tê kirin ji bo kî ye? Gelo ji bo serdestên xwe; ê wê gavê ne hewceyê ku ew kesa bi zimanê xwe yê ku bûye tiştekî pîroz binivîse. Bila heman gotinên xwe ji bo serdestên xwe bi zimanê wan bibêje qet nebe wê ji aliyê wan ve were qebûlkirine jî. Gelo ji bo giyanê xwe yê bindest? Wê demê jî mimkûn e ku bi her awayî ji aliyê gelê xwe û ji aliyê nivîskarên mîna xwe ve her timî di nava xirecirê de be. Heke ew xirecir ne bi vîna wî/ê, ne bi dilê wî/ê be jî. Bes ji ber ku barekê wisa hilgirtiye jixweber xwe di nava qelebalixeke wisa de dibîne.
Di baweriya min de gava ku nivîskarek bixwaze, ji bindestiya xwe û ji bindestiya gelê xwe re tabloyekê bi boyaxên vekirî û zelal li ser cawê vê dinyaya bêbext resim bike. Bê guman wê tavilê cihê xwe di nava gelê xwe de (giyanên ku haya wan ji bindestiya xwe hene) bibîne. Û wê di her serdemê de; heke kîjan serdem dibe bila bibe wê tim û tim kêmasiya eleqeya wêjeyê bibîne. Ji ber ku ew (xwendin û nivîsandin) karê kesên ku ketine pey dermankirina giyanên xwe yê birîndar e. Bi gotineke din wêje karê dilê ku ji welat û dilê hezkiriyên xwe hatiye sirgûnkirin e.
Di 26’ê meha gulanê, di 3’yemîn Fûara Pirtûkan ya Amedê de, li salona ku Fawaz Husên tê de bi xwendevan û hezkiriyên xwe re hevpeyvînek li dar xist, qelebalixa li vir gelek kes matmayî hişt. Û di dawiya hevpeyvînê de gava ku me ji Fawaz Husên pirsî ka gelo li Franseyê jî di hevpeyvînan de qelebalixên wisa çêdibin an na? Bersiva wî ‘na’ bû. Digot dema ku em li Franseyê ligel nivîskarên zimanê frensî tevlî çalakiyên wisa dibin, kêm kes tên. Lê Fawaz Husên li welatê xwe li ser axa xwe li ba giyanên bindest rastî pêşwaziyeke jidil û kurdistaniyan ve hat. Û şanî me da ku wêje li ber dilê giyanên ku haya wan ji bindestiya xwe heye hîn zarokekî ku dest bi xuşê kiriye.
Wêje û Giyanên Têrbûyî
Gelo pêdiviya kê bi xwarinê heye. Bê guman ya yekî birçî. Dema ku yek birçî dibe diçe bi awayekî birçîbûna xwe dişkîne. Lê heke yekî tim û tim birçî be? Belê heke em vê mînakê transferî giyanên bindest yên ku birçiyê azadiyê û têkildarî vê yekê jî birçiyê wêjeya xwe ne bikin. Em ê bi dilrihetî bibînin ku ka çima li welatên Ewropa ango yên rojavayê Kurdistanê qîmeta wêjeyê ew qasî nemaye. Em ê dîsa tavilê têbigihên ku giyanên wan heta derekê têrbûye. Çi bi wêjeyê çi bi hunerên din. Lê helbet hin giyan jî hene ku dîsa li wan (welatên Ewropa ango yên rojavayê Kurdistanê) deran giyanê wan nehewceyê azadiyê ye. Ji ber ku li ser axa xwe ligel dewleta xwe azad in. Û têra xwe giyanên wan bi tişt miştên din re têkildar e. Ji ber ku xemeke wan ya mîna giyanê bindestan tune ye û girêdayî vê yekê jî pêdiviya wan bi wêjeyê yanê bi derûniya bindestan tune ye. Heke hebe jî di bala kêm kesî de ye. Lewma gava ku li bajarekî Kurdistanê bi nivîskarekî (çi kurd çi tirk) re bi awayekî xwendevan tên ba hev qelebalix zêde ye. Lê gava ku li rojavayê Kurdistanê ew nivîskar tevlî çalakiyên wisa dibe kêm kes tevlî dibin.
Wêje stargeha giyanên bindest e ku ji bilî wê li ser axa wî/ê her der hatiye bombebarankirin û hatiye talankirin ta dereceyê wîcdanê jî.
***
Nivîsa Helîm Yûsiv ya li ser meseleyê:
- Gelo dema wêjeyê derbas bûye?
***
Têbiniya Diyarnameyê: Kesên bixwazin dikarin li ser vê mijarên tiştinan binivîsin û ji me re bişînin.


