Diyarname
Fîlmê derhêner Ritesh Batra "Tasa Seferê" niha li Filmekimi li benda temaşevanan e. Ji "Tasa Seferê" hestên jineke dertên.
Mumbay bajarê mucîzeyan e... Li vê bajarê mezin her roj 160 hezar heb tasên seferê (tasên xwarin têde) ji malan digirin û dibin kargehan li karkeran (xwediyên wan) belav dikin, êvarê jî bi heman awayî ew tas têne komkirin û ji bo careke din bêne dagirtin li malan têne belavkirin. Jinek bi navê Îla bermaliyek e lê ne dilşad e. Ew ji bo eleqeya mêrê xwe yê bêeleqe bikişîne bi tarîfên xwarinê yên ku hîn bûye, bi taybetî, bi baldarî xwarinên xweş çêdike û dixe tasan. Lê ev tasa seferê ji dêvla ku bibin bidin mêrê wê, didin mêrek bi navê Saajan ê bi tenê ye û hindik maye malnişîn bibe.
Di navbeda Îla û Saajan de têkiliyeke dest pê dike, ew dest pê dikin kurtenotan ji bo hev dinivîsin. Di vê bajarê neyarê xeyalan de her du jî hêviyeke biçûk bi dest dixin bi van tasên seferê. Di rastiya jiyanê de ew qet hev nebînin jî, talûkeyê digirin ber çavan û bi van tasên seferê dikevin nav têkiliyeke awarte.
Fîlmê Batra "Tasên Seferê" li Festîvala Fîlman a Cannesê "Xelata Temaşevanan" girtibû.
SEFERTASI
DABBA
THE LUNCHBOX
Derhêner: Ritesh Batra
Lîstikvan: Irrfan Khan, Nimrat Kaur, Nawazuddin Siddiqui, Denzil Smith, Bharati Achrekar
Sazkar: Hindistan-Fransa-Almanya-DYA, 2013
DCP / Rengên / 104 deqe
Ziman: Bi hîndî û îngilîzî, jêrnivîsa tirkî
NC 2 Çarşem. 21.30 / NC 4 În. 11.00 / B 5 Şemî. 13.30
Fragmana fîlm:
***
Nûçeya eleqedar:


