Amed
Yekemîn Ajansa Nûçeyan a Jinan bi navê JINHA îro dest bi weÅŸana xwe kir. Bi vê yekê li nav kurdan (dibe ku li dinyayê) yekemîn ajansa ku têde tenê jin dixebitin û weÅŸana li ser jinan dike vebû.
Rêvebera ajansê Hazal Peker diyar kir ku di encama lêkolîneke berfireh de ew dest bi weÅŸana xwe dikin. Ew gotinên "Û em dinivîsînin, bê ku bibêjin ka zilam çi difikirin" a Vîrginia Woolfê esas digirin. Peker destnîÅŸan kir ku armanca wan a sereke ew e ku pêÅŸiya feraseta çapemeniya ku zilam wekî kirde, jin jî wekî heyber dibîne bigire lewma wan jî wekî alternatîf biryara weÅŸana ajansê dane.
Îro 102'yemîn salvegera 8'ê Adara Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bû. Li gelek welatan ev roj hate pîrozkirin lê li nav kurdan hewldaneke nû hebû û jinên kedkar vê carê dest diavêtin qadeke din, qada nûçeyan.
Åžaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir, yekemîn kameramana jin a li Tirkiyeyê Åžehbal Åženyurt Arinli jî beÅŸdarî vekirina JINHA'yê bû
Ajans li bajarên wekî Êlih, Åžirnex, Stenbol, Wan û Enqerê dê nûnertiyan veke. Ajans bi 3 midûrên nûçeyan û 10 xebatkarên jin dest bi weÅŸanê dike.
Di encama xebateke 6 mehan de bi hevdîtinên rêxistinên jinan, rêxistinên saziyên sivîl û rojnamegerên jin re biryara avasaziya ajansê hat dayîn. Xebatkarên ajansê pêÅŸî li ser azadiya zayenda civakî perwerdehî dîtin. JINHA bi kurdî û tirkî weÅŸanê dike. Berpirsa beÅŸa tirkî Hazal Perek, berpirsa beÅŸa kurdî jî Xangul Ozbek e.