Diyarname
Fîlmê "Avatar: Rêya Avê" berî sal xilas bibe 16'ê mehê çûyî ketibû vîzyonê, di mehek de 2 mîlyor dolar pere kar kir. Bi vê yekê ket nava 6 fîlmên ku di dîroka sînemayê de rêjeya 2 mîlyor dolarî derbas kirine.
Piştî 13 salan wekî dewama fîlmê din ev fîlm hat kişandin û ket vîzyonê. Fîlmê niha bi 435 mîlyon dolarî bû mal. Ji vê 2 mîlyar dolarî 1,43 mîlyar dolar ji nîşandayînên li DYA'yê hatiye bi dest xistin. Piştî DYA'yê ji welatên wekî Çîn, Fransa, Almanya, Koreya Başûr, Îngilistan, Hindistan, Avustralya, Meksîka, Spanya û Îtalyayê jî gelek pere kar kirine. Bi vê buhayê Avatar ket nava dîrokê.
Derhêner Cameron jî ket nav dîrokê
Derhêner James Cameron ku Avatar kişandiye bi 3 fîlmên xwe bidestxistina pereyên 2 mîlyar dolarî derbas kiriye û bi vê yekê ket nava dîrokê.
Heta niha 5 fîlman bidestxistina pereyên 2 mîlyar dolarî derbas kiribû. Ji van 3 fîlm ên James Cameron in. Cameron di sala 1997'an de Tîtanîk kişandibû bi vê 2,195 mîlyar dolar pere kar kiribû. Cameronî di sala 2009'an de Avatar kişandibû. Fîlmî 2,923 mîlyar dolar pere kar kiribû. Û niha Avatarê nû 2 mîlyar dolar derbas kir.
Ji bilî van, van her sê fîlman xetê 2 mîlyan dolarî derbas kiribû: "Star Wars: The Force Awakens" (2015), "Avengers: Infinity War" (2018), "Avengers: Endgame" (2019).