PARÎS
64'emîn Festîvala Fîlman a Cannesê bi fîlmê "Midnight in Paris (Li Parîsê Nîvê Şevê)" dest pê dike.
64'emîn Festîvala Fîlman a Cannesê îsal di navbera 11-22'yê gulana îsal de li dar dikeve. Festîval êvara 11'ê mehê bi fîlmê Woody Allen "Li Parîsê Nîvê Şevê" wê dest pê bike. Di vî fîlmî de jina Serokomarê Fransa Nicolas Sarkozy Carla Bruni jî rolek biçûk girtibû ser milê xwe. Loma li bendê ne Serokomar Sarkozy û Bruni jî beşdarî şeva destpêka festîvalê bibin.
Îsal serokê jUriyê ya festîvalê Robert de Niro ye.


