STENBOL
200 rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenî ji bo ‘Ewlekariya hilbijartinê’ bi armanca hişyarkirina hikumeta AKP’ê daxuyaniyek weşand. Wan xwestin bilez atmosfereke bi aram û ewle ya hilbijartinê pêk were.
Di nav wan de Prof. Dr. Gençay Gursoy, Prof. Dr. Alî Nesîn, Prof. Dr. Ahmet Însel, Julîde Kural, Kadîr Înanir, Tîlbe Saran, Vedat Turkalî, Zulfu Lîvanelî, Turgut Kazan, Çîgdem Aydin, Arzu Çerkezoglu, Azîz Çelîk û Cevat Oneş jî hene 200 rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenî ji bo ‘Ewlekariya hilbijartinê’ bi armanca hişyarkirina hikumeta AKP’ê daxuyaniyek dan.
Rewşenbîran diyar kir ku tevî bi benda ji sedî 10 û qanûnên antîdemokratîk jî hilbijartineke adil û azad hatiye astengkirin, Serokkomar tevî Zagona Bingehîn jî bi înad ku xebatên hilbijartinê bi rê ve dibe rewşê hê zêdetir bi pirsgirêk dike. Rewşenbîran bal kişandin ser van xalan:
"Çi dibe bila bibe bi biryara ji hilbijartinan pergala serokdewletiyê derxin, pîroziyên mirovan ji siyasetê re dikin amûr, zimanê civakê dikin dijber tên pêşxistin. Di şerên mezhebî yên Iraq û Sûriyeyê de bi sedhezaran mirov ku hatin qetilkirin, li erdnîgariyeke dijminiya baweriyê û komkujî zêde bûne siyasetmedar, ku ji aliyê Serokomar ve wekî ‘Zerduştî’, ‘Elewîtî’ tên dijberkirin û hedef tên nîşandan rewşê hê xerabtir dike. Di vê atmosferê de ku kampanyaya ji bo HDP bendê derbas neke tê meşandin, heman wextî li pey hev rastî êrîşê fîzîkî tê û herî dawî bi armanca kuştinê bombeyên hatin şandin gumanên me zêdetir dikin.
Îro ku Rojhilata Navîn veguheriye gola xwînê, Tirkiye ji her demê zêdetir mihtacî hilbijartineke adil e. Em bang li hikumetê dikin ku teslîmî mudaxeleyên Serokomar ên aştiya civakî û hiqûqê tune dihesibîne nebe, bilez atmosfereke bi aram û ewle ya hilbijartinê pêk bîne.”