Diyarname
Nivîskarên malpera me dest pê kirin hilbijartinê dinirxînin. Pêşî Dawud Rêbiwar analîzek nivîsî. Dûre Zekî Ozmen dom kir. Nivîskarên malpera me yên din jî dê vê yekê bidomînin.
Ger nivîskarên kurd, yên xwedî gotin, hebe gotineke wan a li ser hilbijartinê dikarin ji me re binivîsin û bişînin.
Çavdêriyeke li ser sindoqê, gotinek li ser berendaman, daxwazek li ser pêşerojê...
Nivîskarên kurd ger bixwazin dikarin bi nivîsên xwe beşdarî nîqaşa me bibin.
Heta niha me gelek nîqaş dabûn dest pê kirin vê carê em li ser serketineke kurdan diaxivin. Dibe em pesnê wan bidin, dibe bi pêşniyara xwe em ji bo pêşerojê rê bidin pêşiya wan... Helbet gotin wekî her gav dê bi kêr bê.
Û bi hêviya ku "EM HILBIJARTINÊ DINIRXÎNIN" jî bi kêr bê.
Ji bo şandina nivîsê navnîşan:
diyarname@diyarname.com