Diyarname
El Clasico li dinyayê navdar e. Ji maça Barselona û Real Madrîdê re tê gotin. Û niha vê yekşemê El Clasicoyek li pêşberî me ye. 14'ê mehê li bendê bin.
ÇAWA HATIN VIR?
Di Kûpaya Super a Spanyayê de maça fînalê tê. Di nîv fînalê de Real Madridê tîma Atletico Madrid bi 5-3 têk biribû û hatibû fînalê. Barselonayê jî êvara 11'ê mehê Ocasuna li mala xwe bi 2-0 têk bir û hat fînalê. Niha di maça fînalê de her du tîm tên hemberî hev. Maça fînalê 15'ê mehê saet 22.00'an de li Stada Al-Awwal a Erebistana Siûdî li dar dikeve.
Barselonayê het aniha 14 caran ev kûpa bi dest xistiye. Piştî wê Real Madrid tê ku 12 caran kûpa girtiye. Par Barselona di fînalê di li hemberî Real Madridê bi ser ketibû.
FORMATA NÛ
Federasyona Fûtbolê ya Spanyayê formatê Kûpaya Super guhartibû. Li gor vê formatê bi 4 tîman li dar diket. Tîma li La Ligayê bûbe şampiyon, tîma duyemîn û fînalîstên Kûpaya Kral.
TÎM ÇIQAS PERE DIGIRIN
Erebistana Siûdî ji Spanyayê xwestibû ku tûrnûvayê li welatê wan li dar bixin. Û li gor li hevkirinê Barselona û Real Madridê her yekî 2.8 mîlyon Euro, Atletico Madridi 1.7 mîlyon, Osasuna jî 750 hezar euro pere girt.
Li aliyê din tîmên derkevin fînalê her yek dê mîlyonek euro, tîma ku kûpayê bi dest bixe ji dê 2 mîlyon Euroyî pere bigire.


