Cemil Oguz
Ahmet Guneştekin yek ji hunermendên herî navdar ê kurd e. Guneştekîn vê carê bi pêşangeheke xwe ya mezin li Santral İstanbulê kon veda.
Ahmet Guneştekîn wênesazekî kurd e û ji Batmanê ye. Wî ji zarokatiya xwe ve bala xwe daye wêneyê lê herî zêde jî piştî salên 2000'î nav û dengê wî bilind bûye. Heta sala 2003'yan wî li gelek cihan pêşangeh vekir lê dema di sala 2003'yan de li AKM'ê (Ataturk Kultur Merkezi) ya Stenbolê pêşangehek mezin bi beşdariya gelek kesên hunermend û hunerhezan ku Yaşar Kemal jî di nav wan de bû vekir nav û dengê wî li seranserê cîhana hunerê belav bû.
Efsaneyên ji Mezopotamya
Wî, di hunera xwe de ji xwe re rêyeke nû vekiriye, xeteke taybet ava kiriye. Di dema ku her kesî hespê xwe ber bi Rojava ve diajot de wî hespê xwe yê hunerî ber bi axa qedîm Mezopotamyayê ve ajot. Bi firçeyên xwe ket nava vê axê, bi hûrbûniyeke wekî ya arkeologan li dîrokê, efsaneyan, li bûyerên pîroz geriya. Vê yekê kir ku ew hem li qada hunerê ya Tirkiyeyê, hem li nav qada hunerî ya ewropî bibe xwedî cihek taybet. Loma kurator Mehmet Ali Hatemi wisa dibêje: "Li hemberî her qada Rojava ku wekî projeya Navenda Rewşenbîrî ye, wî, Rojhilat, Mezopotamya, Şahraman, Zumrud-î Anka derxist hember wê projeyê û bi vî awayî efsane, ew axa li ser jiyan tê dinê, radigihîne ser tualê."
Tabloyên ji Pegasus heta Deriyên Rojê
Bi qasî ku vekirina pêşangehek girîng e ew qasî jî cihê ku lê pêşangeh tê vekirin girîng e. Ji ber ku ev yek di heman demê de girîngî û giraniya pêşangehê nîşan dide. Guneştekin piştî pêşangeha xwe ya li AKM'ê vê carê di sala 2010'an de li "Casa Dell'art"* ya li Beyogluya Stenbolê ku ev der jî qadeke girîng a wêneyê ye pêşangeha xwe vekir. Û niha Guneştekin li navenda ilmê, li ciheke dîrokî, li Santral İstanbul ku girêdayî Zanîngeha Bilgiye û cihê pêşangehên navdar e pêşangeheke mezin vekir. Guneştekin navê "Kesişmeler/Donuşumler" (Rastlêhatin / Veguherîn)** li pêşangeha xwe kiriye.
Pêşangeha ku kuratoriya wê Mehmet Ali Hatemi kiriye heta 31'ê adarê li dar e.
"Bûyîna Pegasus", "Deriyên li Rojê Vedibin", "Sîmûrgê ji Çiyayê Qafê Dertê", "Heftên li Ser Baskê Zumrudî Anka", "Dîkê Heftserî", "Firîna bi Çargavî", "7 Zilamên Pîroz", "Rojeke Gerok" hin ji navên ku Guneştekîn li tabloyên xwe kirine. Xêza Guneştekîn taybet e, ji nav axa ku ew jê tê derdikeve, bêhna qada dîroka Mezopotamyayê radigihîne. Tabloyên wî ji nav efsaneyan dertên û pêre dibin efsane. Wî bi vê helwesta xwe di nav qada hunerê de xwe daye qebûlkirin, ketiye nav lîsteya hunermendên herî navdar. Yek ji wan lîsteyan jî Lîsteya artprice a ku her sal ji berhevkirina daneyên hemû galeriyên cîhanê pêk tê ye. Di vê lîsteya 2010/2011’yan de ji Tirkiyeyê tenê 9 hunermendî kariye cih bigirin ku yek ji wan jî Ahmet Guneştekin e.
Di nav 500'ên girîng de
Ahmet Guneştekîn sala çûyî di lîsteya “500 hunermendên herî girîng” de di rêza 287’an de cih girtibû, par 17 hejmar bi jor de hilkişîya û di rêza 260’an de cih girt.
Di nav pêşangeha ku niha hatiye vekirin de gelek berhemên girîng hene. Yek ji wan jî "Deriyên li Rojê Vedibin" e (Li ser tuvalê teknîkek têkilhev, 270x1000) ku ji bo vî tabloyî 5 mîlyon dolar buha lê kiribû.
Guneştekin bêyî ji ser xeta xwe, xwe avarê bike her ku diçe xwe nû dike, û tabloyên xwe jî bi vî awayî. Xalek ji vê nûbûnê jî xebata wî "Saf Adalet" (Xwerû Edalet) e ku ji tabloyên xew yên din cihêtir teknîkek nû bikar aniye.
Rehên herîmî gerdûnîbûnê pêşkêş dikin
Heta niha gelek hunermendî, rexnegirên hunerê tabloyên Guneştekîn nirxandine. Yek ji wan jî rexnegirê hunerê Yalçin Sadak e ku ew wisa hunera Guneştekin dinirxîne: "Di nav her cure çandê de rehên gerdûnî hene, derxistina vê rehê, peywira fikra îro ye jî, peywira bingehîn a hunerê ye jî. Ji ber vê yekê Ahmet Guneştekin ji aliyê modernbûnê de li erdnîgariya Mezopotamya û Anadoliyê, rehên herêmî ku bê pirs li aliyekê hatine hiştin dixe nav tevgerê. Ev rehên herêmî gerdûnîbûneke din pêşkêş dikin. Yanê tam jî di vî warî de dema ez wêneyên Guneştekîn dinirxînim ez bi israr peyvekê saz dikim: Ev gerdûnîbûna Wî, tam jî li dîroka modernbûnê, bi amûrên modernbûnê li ser sûcê diqufile."
Pêşangeh heta 31'ê mehê li dar e û ketine hundir bê pere ye.
Ji bo kesên eleqedar:
santralistanbul
Eski Silahtarağa Elektrik Santralı
Kazım Karabekir Cad. No: 2
Eyup, İstanbul, Turkey
info@santralistanbul.org
***
Nûçeyên eleqedar:
- Hunermendê kurd Ahmet Guneştekîn ket nav 500 hunermendên herî girîng
- *Pêşangeha "Bêmirinî" li benda we ye

Ahmet Guneştekin / Dîkê Heftserî / Li ser tûwalê boyaxê donîn / 180 x 240 / 2011

Dîmenek ji pêşangeha Ahmet Guneştekîn a li Santral İstanbulê.


