Diyarname
Fûara Pirtûkan a Amedê heta 24'ê mehê didome. Di fûarê de her roj nivîskar pirtûkên xwe îmze dikin. Qunciknivîskarên Diyarnameyê yên li Amedê ne jî li fûarê li standên cur bi cur dê pirtûkên xwe îmze bikin. Va ye ew nivîskarên me û rojên îmzeyên wan:
AYNUR ARAS:
Nivîskara me Aynur Aras ku li derveyî Tirkiyeyê dijî, niha ji bo fûarê li Amedê ye. Ewê rojan 18, 19 û 20'ê mehê li standa Weşanên J&J'yê be û pirtûkên xwe îmze bike.
ÇORÊ ARDA
Nivîskarê me Çorê Arda wê roja 21'ê mehê li standa Weşanên Payîz pirtûkên xwe îmze bike. Heman rojê gotûbêjeke wî jî heye: Çorê Arda û Jêhat Rojhilat li ser "Di çîroknûsiyê de karekterên psîkanalîst" wê biaxivin. Saet 14.00/ Salona Dîcle.
OMER DILSOZ
Nivîskarê me Omer Dilsoz pirtûkên wî ji Peywendê derketin. Dilsoz roja 20'ê mehê dê li fûarê li Standa Peywendê be.
SÎDAR JÎR
Nivîskarê me Sîdar Jîr kurtedemek berê derbasî Weşanxaneya Zîz bû û pirtûka wî ya çîrokan "Dozdeh Çirk" bi çapa xwe ya nû ji wir derket. Ewê 23 û 24'ê mehê li standa Zîzê pirtûka xwe îmze bike. Li aliyê dir Sîdar Jîr û Şêxo Filîz wê di gotûbêja "Di avakirina civakeke nû de derfetên edebiyatê" de li ser meseleyê biaxivin. Saet 16.00 / Salona Dîcle.
Not: Nav li gor alfabeyê hatine rêzkirin
Nûçeyên Eleqedar:
- Çorê Arda pirtûkên xwe îmze dike
- Li fûarê neheqî li Berken Bereh kirin
- Fûara Kîtaban ay Amedî dest pa kerd
- Piştî çar salan li Amedê carek din Fûara Pirtûkan li dar dikeve


