Diyarname
Nivîskarê kirgiz ê navdar Cengîz Aytmatov li bajarê Kazana Tataristanê ji nişke ve nexweş ket û ew rakirin nexweşxaneyê.
Li gor nûçeyên di çapemeniya Kirgiz de hatine weşandin televîzyoneke rusan li ser Aytmatov belgefîlmekî dikişand û di vê demê de ew ji nişke ve nexweş ket.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tataristanê Ayrat Farrahov got ku rewşa Aytmatov cidî ye, hê nehatiye ser xwe û ew bi xwe li ser meseleyê disekine.
Nivîskar Cengîz Aytmatov 79 salî ye û heta niha pirtûkên wî li gelek zimanan hatine wergerandin. Ji pirtûkên wî "Evîna Cemîle" ji aliyê Naci Kutlay ve ji bo kurdî jî hatiye wergerandin.