Diyarname
Li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê di menzelek de şewat derket, 13 girtî mirin.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê mebûsê BDP'ê Îbrahîm Ayhan jî têde li dor hezar girtiyên siyasî û edlî hene. Êvara 16'ê mehê, saet li dor 22.40'î şewat derket.
Hate gotin ku li Menzela C 12, girtiyên edlî, ji bo rewşa girtîgehê şermezar bikin menzel dane ber agir. Di menzelê de 18 girtî hebûn û ew rakirin nexweşxaneyê. Waliyê Rihayê (saet li dor 01'ê şevê) ragihand ku 13 mirî hene.
Girtîgeha Rihayê li Taxa Eyyubiye. Bi bihîstina bûyerê re xizmên girtiyan beziyan ber girtîgehê. Polîsan ji bo wan belav bike mudexeleyê wan kir.
Waliyê Rihayê Celalettin Güvenç got ku tiştek bi girtiyên siyasî nehatiye, bûyer li qawişa girtiyên edlî derketiye.
***
Nûçeya eleqedar:


