QAMIŞLO
Cîgira Serokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê Hemrîn Elî diyar kir ku ew amadekariyan dikin ji bo avakirina tîmeke hilbijartî ya fûtbolê da ku beşdarî Lîga Mezopotamya ku li bajarê Amedê di dawiya pûşperê de tê organîzekirin, bibe.
Desteya Ciwan û Wezîşê ya Herêma Cizîrê ji bo başdarbûna di Lîga Mezopotamya ku li bajarê Amedê di dawiya meha pûşperê de tê organîzekirin, hatibû vexwendin. Komîteyên werzîşê yên girêdayî desteyê ji bo avakirina tîmekê hilbijartî ya fûtbolê ji bo beşdarî lîgê bibe dest bi xebatan kir.
Cîgira Serokê Desteya Ciwan û Werzîşê Hemrîn Elî destnîşan kir ku komîteyên wan dest bi hilbijartina lîstikvanan û perwerdekirina wan kirine û da zanîn ku komîte dê hemû lîstik û şampiyonên li bajar û deverên herêma Cizîrê têne lidarxistin bişopînin da ku lîstikvanên herî baş bêne hilbijartin.
Hemrîn Elî got ku ev tîm dê nûneriya herêma Cizîrê bike û hemû pêkhateyên wê pêk were û got: "Dê cihên teybet bi perwerdekirinê lîstikvanan bêne amadekirin û lîstikvan di bin çavdêriya pisporên werzîşê bêne amadekirin."
ANHA