Moskow
Ji bo çanda gelê kurd bi gelên Rûsyayê bidin naskirin, li paytext Moskowayê pêşangehek hate vekiri. Êvara 2'yê mehê bi merasimek pêşangeh li Meclisa Civakî ya li paytext Moskowayê hatiye vekirin û wê 14 rojan berdewam bike.
Pêşangeha ji aliyê Nûneriya Rusyayê ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tevgera Jinên Kurd ya Rusyayê ve hate vekirine.
Di pêşangepê de wêne û tabloyên wênesazên Kurdistanî cih digirin. Ji bilî van cil û berg û alavên malê yên çanda kurdî jî hatin bi cih kirin. Di merasima vekirina pêşangehê de gelek rewşenbîr, hunermend û dostên kurdan amade bûn.
Li gor nûçeya Rojnewsê di merasimê de pêşî Seroka Komîsyona Ahenga Têkiliyên Neteweyî û Olî ya Meclîsa Civakî ya Federasyona Rusyayê Zorîn Vladîmîr Yurîevîç axivî. Yurîevîç diyar kir ku çalakiyên bi vî rengî ahenga di navbera gelan de xurtir dikin. Yurieviç spasiya saziyên ku temsîla kurdan dike kir û daxwaza domandina çalakiyên bi vî rengî anî ziman.
'DIXWAZIN ÇANDA ROJAVA LI RUSYAYÊ BIDIN NASÎN'
Nûnerê Rusyayê yê Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêşad Bênav jî got ku zimanê wekhevî, azadî û jiyana hevbeş di çandê re derbas dibe û ji ber vê yekê ew dixwazin çanda rojavayê Kurdistanê li Rusyayê bidin naskirin. Bênav anî ziman ku ew hewl didin pireke di navbera rojavayê Kurdistanê û Rusyayê de çêbikin.
'NÊZKIRINA MIROVAN'
Berdevka Tevgera Jinên Rusyayê Culiyeta Aram jî jî wisa axivî; “Têkiliya bi mîrateya çandî re û şopandina bedewiyên wê mirov nikare bi hêsanî hestên wê bîne ziman. Ev hest hemû sînoran ji holê radike û mirovan nêzî hev dike. Çalakiyên bi vî rengî jî dihêle ku mirov bi çavên gelên cuda li cîhanê binêre.”
Di çalakiyê de Hevserokê Otonomiya Netewî-Çandî ya Kurd ya Federasyona Rusyayê Farxat Patiyev, Nûnerê PYD’ê yê Rûsyayê Abduselam Muhammed Alî, Hevserokê Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd yên Navneteweyî Arif Azmanî, Derhênerê Şanoya Kurdî Şalîko Bêkes, huner Kerem Gerdenzerî û gelek mêvan li ser girîngiya nasandina çanda kurdî bi taybetî li Rusyayê û gelek cihên cuda yên cîhanê axivîn
Merasim bi stranên hunermendên kurd Sarê Hacîyeva û Mîrzaa Mamdeov bi dawî bû.