Diyarname
Rojên Wêjeya Berawirdî yên Dîyarbekirê îsal 3’yemîn car li dar dikeve. Weşanxaneya Lîsê ku ji wêjeya dinyayê gelek berhev wergerandine kurdî niha beramberhevek saz dike. Ji wêjeya kurdan û wêjeya dinyayê gelek kes li ser mijarên cur bi cur dê biaxivin.
Çalakiya pêşî 25’ê vê mehê dest pê kir û heta 31’ê kewçêrê dê çalakî bidomin. Ji Abdulla Peşêw, Bavê Nazê yên kurd heta Gunduz Vassaf ê tirk dê gelek kes di vê bernameyê de cin bigirin.
25’ê mehê axaftina destpêkê ji aliyê Peşêw û Vassaf ve hat kirin. Berî wan di pêşkêşiya pêşî de helbestvan û xwediyê Weşanên Lîsê Lal Laleş bi kurdî, Ovgu Gokçe Yaşa jî bi tirkî axivî û der barê bernameyê de agahî dan. Peşêw jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya xebatê ya di vê dema zehmet de û got: "Bi kurdî biaxivin, kurdî hînê zarokên xwe bikin. Li her qada jiyanê bi kurdî bixemilînin. Birdoziya me çi dibe bila bibe em li dor kurdî bicivin. Em bi zimanê Ehmedê Xanî, Cîgerxwînî biaxivin. Bi zimanê wan em wêjeyê saz bikin." Hemû bername, dê di kanala Youtubeyê ya Wêjegeh Amedê de bê weşandin ku ji alî Weşanxaneya Lîsê ve di sibata/reşemiya 2020’î de hatibûavakirin û hevkarê dîtir ya vê çalakîyê ye.
Ev rojên wêjeyê di sala 2013 û 2018’an de hatibûn li darxistin, vê carê ji ber pandemiyê ji ber Youtube re tê lidarxistin.
Hemû bername bi vî rengî ye:
25’ê Rezberê, În 20:00
Pêşkêşîya Bernameyê
Lal Laleş, Weşanên Lîsê-Övgü Gökçe Yaşa, Navenda Hunerê ya AmedêDestpêkirin-Abdulla Peşêw, Gündüz Vassaf
21:00 Edebîyat û Dahatûya Pêjnkar-Gaye Boralıoğlu, Burhan Sönmez, Lal Laleş
26’ê Rezberê, Şemî 20:00
Cîhana Bavê Nazê: Rasteqînî û Jê Wêdetir-Arif Hîto, Îsmaîl Sulêman Hacanî, Şivan Qasim Nêrweyî, Îbrahîm Xort
30’yê Rezberê, Çarşem 20:00
Rêwîtîya Pirtûkê-Cem Erciyes, Yekta Kopan
2'yê Kewçêrê, În 20:00
Asoyeke ji Rabirdûyê: Zabel Yesayan-Nora Tataryan, Hazal Halavut, Alara Kuset
7ê Kewçêrê, Çarşem 20:00
Lavayên Ewrane-Ehmed Huseynî
9’ê Kewçêrê, În 20:00
Pêdarîya Edebîyatê: Yên Bêmilk û Dinyaya Çelexwarî-Zeynep Demirsü, Levent Mollamustafaoğlu
14’ê Kewçêrê, Çarşem 20:00
Rengvedan: Xwendinên Berawirdî Ji Edebîyata Dinyayê- Behçet Çelik, Semih Gümüş
16’ê Kewçêrê, În 20:00
Li Ser Sînorê Edebîyata Ewropayê-Clare Azzopardi, Julia Fiedorczuk, Niall Griffiths, Alexandra Büchler, Övgü Gökçe Yaşa
21’ê Kewçêrê, Çarşem 20:00
Birîna Zimên: Yên Di Zîmanê Lazî De Nayên Zanîn-İsmail Avcı Bucaklişi
23’yê Kewçêrê, În 20:00
Rika Biharê: Cegerxwîn û Nazım Hikmet-Hayri K.Yitik, Cîhan Roj
28’yê Kewçêrê,Çarşem 20:00
Dengê Jinan: Nimandinên Ji Edebîyata Kurdî-Özlem Belçim Galip, Farangis Ghaderî, Arazo Arif
30’yê Kewçêrê, În 20:00
Şika Wêjeyê: Tundî, Şîn û Keser Di Ekohonakê De-Sema Kaygusuz, Deniz Gündoğan İbrişim
31’ê Kewçêrê, Şemî
Saet 12:00
Dîyarê Sanîkan Rê Raywanî-Ruşen Yakut
Saet 19:30
Nîşandana Helbest-Fîlman-Fatma Çelik, Aylin Kızıl, Özkan Küçük, Salih Demir
Saet 20:00
Dawîya Bernameyê-Bavê Nazê