logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÃŽQAÅž
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina GiÅŸtî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina GiÅŸtî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Gotinên Tozgirtî
  2. Bernameya 'Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan' diyar bû
  3. Berdevka HEDEP'ê: Meyla li her derê em berendamên xwe nîşan bidin derket holê
  4. Li Moskowayê pêşangeha çanda kurdî hate vekirin
  5. Maçê Kûpaya Tirkiye: Mûş, Amed, Entab, Wan û Riha zî kay kenê
news-details

Ji bo nivîskarên di zindanan de hin çalakî tên lidarxistin

  • Dîrok: 14/11/2023
  • BeÅŸ: Nûçe

Amed

Hevserokê Navenda PEN'a Kurd Omer Fîdan got ku dê ji bo “15 Mijdarê/Sermawezê Roja Nivîskarên Di Zindanan De” hin çalakiyan li dar bixin û banga xwedî lê derketina nivîskarên di zindanan de kir.

Navenda PEN'a Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd dê sibê têkildarî “Roja Nivîskarên Di Zindanan De” komxebatekê li dar bixin. Li gor bernameyê dê ji bo nivîskarên di girtîgehan de daxuyanî bê dayîn û name û qertên piÅŸtgiriyê bên ÅŸandin. Dû re dê li ser Zoomê bi sernavê “Di Zindanan De Berxwedana Nivîskariyê” aktivîteyek bê lidarxistin. Di aktîvîteya ku dê moderatoriya wê nivîskar Heval Dilbihar bike de Hevgerînendeya WeÅŸana GiÅŸtî ya Kovara Destarê Jîn Aryen, rojnameger Cebar Destbaz, nivîskar û helbestkar Huseyîn Duman, endama Desteya Rêveber a Komeleya Nûjin Sirwe Pûrmuhemmedî, parêzerê girtiyên Behdînanê BeÅŸdar Hesen dê wekî axivîner beÅŸdar bin. Aktîvîte dê li gorî saeta Kurdistanê 21.00’an û li gorî saeta Ewropayê jî saet 19.00’an bê lidarxistin. 

Hevserokê PEN'a Kurd Omer Fîdan li ser meseleyê ji bo MA'yê axivî. 

AKTÎVÎTEYA LI SER ÎNTERNETÊ

Fîdan, anî ziman ku 15’ê sermaweza 1981’ê ji aliyê PEN'a Navneteweyî ve wekî roja ‘Nivîskarên Di Zindanan de’ hatiye destnîÅŸankirin. Fîdan, got ku ev 42 sal in ji bo nivîskarên di zindanan de vê rojê hewl tê dayîn û xebat tên kirin ku neyên ji bîr kirin. 

Omer Fîdan got, "Ew jî wekî Navenda PENa Kurd ku di salên 1988’yê de bi awayekî fermî hatiye pejirandin û dest bi xebatên xwe kiriye, di vê rojê de hewl didin ji bo nivîskarên tên ÅŸopandin, di girtîgehan de ne û rastiyê tadeyê û îÅŸkenceyê tên hinek xebatan bikin." Fîdan, da zanîn ku ji ber berbelav bûyîna nivîskarên kurd û rewÅŸa kurdan ya heyî, ew ê li ser înternetê aktîvîteyekê li dar bixin û wiha dom kir: “Dê di çalakiya me de 5 axivgerên me hebin û ew ê behsa serboriyên xwe yên di zîndanan de, rewÅŸa nivîskarên kurd yên çar aliyên Kurdistanê, tade û xetereya li ser nivîskaran di zîndanan de bikin û agahiyan bi me re parve bikin. Dîsa di heman bernameyê de danasîna pirtûkeke me çap kiriye ku ji çîrok û helbestên nivîskarên di zîndanan de pêk tê, bê kirin. Bername dê li ser înternetê bê lidarxistin û ji çar aliyên cîhanê û Kurdistanê gel dikarin tev li bibin.”

Fîdan, da zanîn ku bernameyeke wan jî li Amedê heye û anî ziman ku ev bernameya wan êdî wekî kevneÅŸopiyekê lê hatiye. Fîdan, destnîÅŸan kir ku ew her sal di 15’ê sermawezê de ji bo nivîskarên di girtîgehan de ji postexaneyê qert û nameyên piÅŸtgiriyê diÅŸînin û daxuyaniyê didin. Fîdan, got ku îsal jî ew ê heman bernameyê li dar bixin.

ZEXT Û XETEREYÊN LI SER NIVÎSKARAN

Fîdan, bal kiÅŸand ser armanca bernameyê û got ku divê li tu derê cîhanê tu kes ji ber fikir û ramanên xwe rastî tundî û tadeyê neyê û nekevin zîndanan. Fîdan, destnîÅŸan kir ku niha li bakurê Kurdistanê tevahiya nivîskarên kurd ku nivîsandina wan bi kurdî û helwesta wan jî derkolonyal e, di bin çavderiyekê de ne. Fîdan, da zanîn ku ev bixwe tundiyeke û ew li dijî vê yekê ne. Fîdan bi domdarî wiha got: “Wekî mînak îro li rojhilatê Kurdistanê li gor destûra hikumetê ya kêm û qels jî mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî heye. Lê dîsa jî çend roj berê du mamosteyên kurdî bi deh salan yê cezayê girtîgehê hatin cezakirin. Dîsa li rojhilatê Kurdistanê bikaranîna alfabeya latînî wekî tawanekê tê dîtin û kesên ku vê alfabeyê bi kar tînin tên tawanbarkirin. Hertim tundiyeke gelekî giran li ser wan heye.”

BANGA XWEDÎ LÊDERKETINÊ

Fîdan, bal kiÅŸand ser girîngiya azadiya fikir û raman ya nivîskar, rojnameger û rewÅŸenbîran û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dibêjin ku li ku dera cîhanê bibe bila bibe divê herkes mafên xwe yên azadiya raman û derbirînê bi kar bîne. Ji bo vê yekê em hewl didin û tevahiya xebatên me jî li ser vê yekê ne. Bi taybetî di vê rojê de armanca me ew e ku kiryar û astengiyên li pêÅŸiya nivîskarên ku di bin xetereyê de ne, di bin çavderiyê de ne, hatine îÅŸkencekirin û di girtîgehan de ne, em hewl didin têbikoÅŸîn û van astengiyan biqedînin ku hemû nivîskar, rojnameger û rewÅŸenbîr bikaribin bi serbestî karê xwe bikin. Ne tenê di rojên bi vî rengî de van xebatan bikin, lê ev roj hinek ji bo piÅŸtgiriyê, ji hev hêz girtinê û zêdetir xebatê gelekî girîngin. Lewma divê em rojên bi vî rengî xwedî derbikevin û divê em xwedî li rewÅŸenbîr, nivîskar û rojnamegerên xwe derkevin. Ji ber ku em dibêjin wijdana civakê ne, divê em li her qadê fikir û ramanên wan biparêzin.” 


Parve Bike

Youtube Me

Diyabet

news

Helîm Yûsiv: Cêwiyê êşê Zubêr Salih

news

Îbrahîm Şahîn

news

Dosya: 40'emîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê

news

Sohbetek li ser 'Sofî û Monîka'

news

Tuncer Bakirhan bi kurdî axivî

news

Peyama Lahûr Şêx Cengî li ser Kerkûkê

news

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 04 12 2023

Berdevka HEDEP'ê: Meyla li her derê em berendamên xwe nîşan bidin derket holê

news
  • 30 11 2023

Li Erxenî 10 hezar dar hatin çandin

news
  • 28 11 2023

Beştaş û Oluç li ser Elçî ji bo lêkolînê pêşniyarname da lê hat redkirin

news
  • 26 11 2023

Jinên dengbêj li Îzmîrê derketin ser dikê

news
  • 25 11 2023

Giringî û pîrozbûna ‘Tembûrê’ di nava kakeyiyên Helebceyê de

news
  • 23 11 2023

Dadgehê navê HEDEP’ê red kir

Nivîsên Nû
news

Dîwanxaneyeke nenas

  • Mîrza Ronî
news

Qesra Konferansê ya Wannsee

  • Sîdar Jîr
news

Reprodîksiyon -hilçinîneke ji nû ve

  • Omer Dilsoz
news

Di helbestên Îhsan Bîrgul de têgeha 'Dil'

  • Çorê ARDA
news

MaSîMûSa

  • Nûdem Hezex
news

ROBÃŽN

  • Aytenxan
news

Meseleya robotan, gelo tu mirov î?

  • Mîrza Ronî
news

Zemanê π (3,14.. 60 hezar)

  • Omer Dilsoz
news

Metropol de ziwanê kurdî

  • Cemîl Andok
news

Serpoşa Armîta Garavand

  • Mîrza Ronî
news

PIRSA ‘BIÇÛK’

  • Omer Dilsoz
news

PORÊ KUR

  • Aytenxan
news

Di Rênas Jiyan de huner

  • Çorê ARDA
news

Kurdbûna Li Dîasporayê

  • Mîrza Ronî
news

Ji bo Azîz Yagan û kesên wisa difikirin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Li Helebce Festîvala Zanistî û Çandê

ad

Meseleya erdheja Culemêrgê bir meclisê

ad

Dema beşdariya Pêşbaziya Çelebî dirêjkirin

ad

LaWje li Stenbolê konserê dide

ad

Derhêner Cafer Penahî hat girtin

ad

Vaye kurtejiyana Obama

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Gotinên Tozgirtî

  • 03 12 2023
news

Bernameya 'Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan' diyar bû

  • 03 12 2023
news

Berdevka HEDEP'ê: Meyla li her derê em berendamên xwe nîşan bidin derket holê

  • 04 12 2023
news

Li Moskowayê pêşangeha çanda kurdî hate vekirin

  • 03 12 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletiÅŸim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Sîdar Jîr
  • Omer Dilsoz
  • Veysel Vesek
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

BeÅŸ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÃŽQAÅž
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina GiÅŸtî

Copyright © 2005-2023 Diyarname